Zimanê Şîrîn derket: Ji bo fêrbûna Kurdî ye

17-10-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Zimanê Şîrîn Kurdî Nezîr Gumuş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seta Pirtûka Zimanê Şîrîn a fêrbûna zimanê Kurdî ku ji 2 pirtûkan pêk tê derket.

Tevî hemû astengî û zextan jî li Bakurê Kurdistanê xebatên li ser zimanê Kurdî jî roj bi roj bi pêş dikevin û pirtûk û kovarên nû tên belavkirin.

Komeleya Perwerde û Çandê ya Sîpanê ya li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, asta pêşîn a Pirtûka Zimanê Şîrîn a fêrbûna zimanê Kurdî ku ji 2 pirtûkan pêk tê weşand.

Pirtûka Zimanê Şîrîn a ku ji aliyê nivîskar Nezîr Gumuş ve hatiye nivîsandin ji Weşanxaneya Nameyê derket.

Pirtûk ji sê astan pêk tê

Pirtûk bi sîstema hînkirina zimanên Ewropî, bi rengê 3 asatên cuda hatiye amadekirin.

Di asta pêşîn de 10 mijar hene û her pirtûk 176 rûpel e.

Rûpelên pirtûkê reng bi reng in û bi dizayneke balkêş, bi fêrkirineke hêsan, bi rêzimaneke rehet, bi metodeke pedegojik, bi mamik û helbestan û bi xaçepirs û gotinên pêşiyan hatiye amedekirin.

Firotina pirtûkê dest pê kiriye

Li ser malpera Pirtûka Kurdî dest bi firotina Pirtûka Zimanê Şîrîn hatiye kirin û kesên dixwazin dikarin bi rêya înternetê bi awayekî online bixwazin.

Serokê Komeleya Sîpanê Omer Şaybak derbarê pirtûka Zimanê Şîrîn de ji Rûdawê re got:

“Pirtûka 'Zimanê Şîrîn' ji bo perwerdeya zimanê Kurdî çavkanîyeke nû ye.

Em gelekî kêfxweş in ku me zêdebarîyeke wiha li gencîneya Kurdî kir.

Ev pirtûk ji alîyê Komeleya Perwerde û Çandê ya Sîpanê ve hatiye amadekirin.

Ev pirtûk wekî set di nav xwe de sê astan dihewîne, asta pêşîn, asta navîn û asta dawî.

Em hêvî dikin her kesê dixwaze Kurdî hîn bibe ji vê pirtûkê sûdê wergire û fêdeya wê bibîne.

Hêvî dikim xebatên wiha zêde bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst