Neda dê stranên kurdî bêje

17-01-2017
Derbaz Yunis
Nîşan Neda Fars Klîb Stran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xanima stranbêja îranî Neda, hez dike stranên kurdî bêje û klîban çêbike.

 

Stranbêja fars Neda, ku xelkê Tahranê ye û niha li Herêma Kurdistanê dijî, bi niyet e di demekê nêzîk de klîbekî kurdî amade bike.

 

Derbarê vê yekê de Neda Fars ji Rûdawê re got; “Gotin û awaza stranê ji aliyê hunermend Helkeft Zahir ve hatiye amadekirin. Niha em ji bo klîbê planê çêdikin. Di demekê nêzîk de em ê yekemîn car bi rêya Rûdawê belav bikin.

 

Neda got; “Hez ji stranên kurdî dikim. Ezê di paşerojê de stranên farisî bêjim lê beriya wê dixwazim çend berhemên baş ên kurdî belav bikim.”

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst