ÊLIH - Pêşangeha Pirtûkên Kurdî dest pê kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Êlihê Weşanxaneyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya ku tenê weşanxaneyên Kurdî tê de beşdar in dest pê kir.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Parka Yilmaz Guneya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.

Pêşangeha pirtûkan bi hevkariya Şaredariya Êlihê, şaxa Êlihê ya sendîkaya Egîtîm Senê û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê tê lidarxistin.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Êlihê îro dest pê kir û dê heta 20ê mehê bidome.

Di pêşangehê de 26 weşanxaneyên Kurdî amade ne.

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de nivîskar dê panel, gotûbêj û hevpeyvînan li dar bixin.

Her wiha nivîskar dê ji bo xwîneran pirtûkên xwe jî îmze bikin.

Şaredariya Êlihê li ser malpera xwe ya fermî bernameya Pêşangeha Pirtûkên Kurdî jî belav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst