Romanivîsê Kurd li Almanyayê Kurd, Ereb û Alman anîn ba hev

17-05-2018
Zinar Şîno
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Helîm Yûsif Romanivîs Almanya
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Romanivîsê Kurd Helîm Yûsif dibêje wî 30 sal ji temenê xwe li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derbas kiriye, lê wî hest nedikir ku ew xwediyê welatekî ye.

 

Romanivîs Helîm Yûsif ku ew bi xwe ji bajarê Amûdê ye, niha bi zimanê Almanî wêjeya xwe dighîne xelkê Almanya

 

Berhemên edebî yên Helîm Yûsif di êvareka wêjeyî, şano û muzîkê de  Kurd, Ereb û Alman gihandin hev.


Helîm Yûsif ji Rûdawê re wiha got: “Ez 30 salan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jiyam. Rojek ji rojan ez pê nehêsiyam ku ew der welatê min e, ew ax axa min e ew xelk xelkê min e. Ez her tim wek biyaniyan bûm. Piştî ku ez hatim vê derê xeribiyeke din a min dest pê kir. Jiyana min jidayîkbûnê heta niha di xeribiyê de derbas bûye.”


Grupa şanoyê  Wupperspure çar dîmenên werzên salê li wêstgeha trênan a cîhanê pêşkêşkir.


Şanoger Jînê Mihemed jî got: “Ji me Kurdan re welatê me winda ye. Îro li vê derê azadî heye lê ew der ne welatê me ye. Welatê me Kurdistan e.


Çîroknivîsê Alman Jurgen Kasten ku rêhevalê wêjeyî yê nivîskarê Kurdê ji Rojava dikir li ser mijara “welat çi ye” wiha got: “Bi rastî bo min prisgirêk e ku berisva  vê pirsê bidim! Ez li gelek cihan mam. Welat demeke dirêj e mijarek di nav wêjeyê de ye û di vê heyamê de ez dibêjim welat ew cih e ku ez lê rehet bim, malbat û hevalên min lê ne.”


Helîm Yûsif 4 roman û 5 komeleyên çîrokan ligel lêkolîneke derbarê romana Kurdî nivîsandine. Romana wî “Mêrê Avis” bo Almanî û “Gava Masî Tî Dibin” bo îngilîzî hatine wergerandin. Herwiha di demek nêzîk de  romaneke nû ya wî  dê li ser bûyerên piştî sala 2011ê li Rojavayê Kurdistanê rû dane derbikeve.


Yûsif diyar kir ku nebûna dewleta Kurdan bandor li wêje û hunerê Kurdî jî kiriye û got: “Nebûna dewleta Kurdan sedem e ku Kurd li derve jî bala ti kesî nakêşin. Ne romana Kurdan ne, hunere wan û ne ew bixwe ji bikarin bala ti kesî bikêşin ser xwe. Statuya te ya siyasî li welatê çi be li welatên Ewropa jî ew e. Eger dewleta te tine be tê wê wetayê ku dezgehên tê yên çandî û kuturî jî nînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst