Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ji Rûdawê re ragihand ku li ser daxwaza Bexdayê dê hebûna leşkerî ya welatê wî ya li Îraqê 30yê Îlonê bi dawî bibe.
Merz her wiha diyar kir, eger hikûmeta Îraqê daxwaz bike ew amade ne di paşerojê de jî hevkariya xwe bidomînin.
Serokwezîrê Îraqê jî destnîşan kir ku hêzên wan ên ewlehiyê dikarin hemû xaka welêt kontrol bikin û hewcedariya wan bi piştgiriya leşkerî ya derve nemaye.
Hevkariya leşkerî dikare bidome
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li Berlînê di konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar de ya li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bersiva pirsa Rûdawê da.
Merz ragihand ku dê hebûna wan a leşkerî ya li Îraqê 30yê Îlonê bi dawî bibe û got:
"Ev vekişîn li ser daxwaza Îraqê ye û bê guman em rêzê lê digirin. Lê eger daxwaz hebe em amade ne hevkariya xwe ya leşkerî bidomînin."
Friedrich Merz her wiha anî zimên, "Eger daxwaza hikûmetê hebe em amade ne piştgiriyê bidin Îraqê.
Dê di paşerojê de beşdariya me çawa be ev mijarek e ku divê em li gel şirîkên xwe yên Îraqî gotûbêj bikin. Serokwezîr jî vê yekê dizane û em li ser vê mijarê axivîn."
Merz di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir:
"Em rêzê li vê gavê digirin. Dê destpêşxeriya me ya hevkariyê bi şêweyên din li Îraqê bidome.
Çimkî berjewendiyên me yên mezin di vê yekê de hene û ev yek pêwendiyeke siyasî ya biîstiqrar jî li xwe digire."
"Hewcedariya Îraqê bi piştgiriyê nîne"
Di heman demê de, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di bersiva xwe ya ji bo pirsa Rûdawê de behsa vekişîna hêzên hevpeymanan kir û got:
"Hêzên ewlehiyê yên Îraqê îro dikarin hemû xaka welêt kontrol bikin. Hêzên me yên ewlehiyê yên curbicur hene."
Zeydî diyar kir ku ew destpêkê li ser vê mijarê li gel Amerîkayê axivîne û got, "Doh jî li gel Serokkomarê Fransayê û îro jî li gel Birêz Serokwezîrê Almanyayê em li ser heman mijarê civiyan."
Serokwezîrê Îraqê her wiha destnîşan kir:
"Îro hewcedariya Îraqê bi piştgiriyê nîne. Em niha kar li ser parastina asmanê Îraqê û derbasbûna firokeyan dikin.
Bi îzna Xwedê eger pêwîstiya me bi tiştekî hebe dê Almanya û her welatekî hevpeymaniya navneteweyî ji me ne dûr bin.
Lê kontrola rewşê di destê me de ye û em dikarin welatê xwe biparêzin. Dê çek tenê di destê dewletê de be. Biryara şer û aştiyê jî bi temamî di desthilata dewletê de ye."
Pêwendiyên aborî
Serokwezîrê Îraqê tekez kir ku divê qonaxa paşerojê ya di navbera her du welatan de ber bi sektora aboriyê ve be û got:
"Ji aliyê dîrokî ve berhema şirîkatiya leşkerî wekî berhema şirîkatiya aborî û siyasî nebûye. Almanyayê di rewşeke dijwar de piştgirî da me.
Niha jî şirketên wan dikarin bên û bibin beşek ji pêvajoya avakirin û veberhênanê ya li welatê me."
Rûdaw: Pirsa min ji Birêz Serokwezîrê Almanyayê re ye. Birêz hûn agahdar in ku Almanya di şerê dijî DAIŞê de piştgiriyeke sereke da Hêzên Pêşmergeyan. Pirsa min ew e, gelo bidawîbûna erkê hevpeymanan tê wateya bidawîbûna hevkariya Almanyayê ya ji bo meşq û rahênanên Hêzên Pêşmergeyan? Yan dê çawa be?
Friedrich Merz: Belê, gelekî spas ji bo pirsa derbarê hebûna leşkerî ya li Îraqê. Ev hebûna leşkerî dê 30yê Îlonê bi dawî bibe. Yanî piştî du hefteyên din û ev yek li ser daxwaza Îraqê ye. Bê guman em rêzê lê digirin lê eger daxwaz hebe em dê hevkariya xwe ya leşkerî bidomînin.
Eger daxwaza hikûmetê hebe em amade ne piştgiriyê bidin Îraqê. Dê di paşerojê de beşdariya me çawa be ev mijarek e ku divê em li gel şirîkên xwe yên Îraqî gotûbêj bikin. Serokwezîr vê yekê dizane û em li ser wê yekê axivîn. Em rêzê li vê gavê digirin.
Dê destpêşxeriya me ya hevkariyê bi şêweyên din li Îraqê bidome. Çimkî berjewendiyên me yên mezin di vê yekê de hene û ev yek pêwendiyeke siyasî ya biîstiqrar jî li xwe digire.
Elî Zeydî: Niha beşeke bersivê ya derbarê hebûna hêzên hevpeymanan de hat bîra min. Hêzên ewlehiyê yên Îraqê îro dikarin xaka welêt bi temamî kontrol bikin. Hêzên me yên ewlehiyê yên curbicur hene.
Em destpêkê li ser vê mijarê li gel Amerîkayê axivîn. Doh jî li gel Serokkomarê Fransayê û îro jî li gel Birêz Serokwezîrê Almanyayê em civiyan. Îro hewcedariya Îraqê bi piştgiriyê nîne. Em niha li ser parastina asmanê Îraqê û derbasbûna balafiran kar dikin.
Bi îzna Xwedê eger pêwîstiya me bi tiştekî hebe dê Almanya û her welatê hevpeymaniya navneteweyî ji me ne dûr bin. Lê kontrola rewşê di destê me de ye û em dikarin welatê xwe biparêzin. Dê çek tenê di destê dewletê de be. Biryara şer û aştiyê jî bi temamî di desthilata dewletê de ye û em li ser vê yekê kar dikin.
Ji aliyê dîrokî ve berhema şirîkatiya leşkerî wekî berhema şirîkatiya aborî û siyasî nebûye. Vî welatî di rewşeke dijwar de piştgirî da me. Niha jî şirket dikarin bên û bibin beşek ji proseya avakirin û weberhênanê. Beriya her tiştî divê em helwesta xwe ya siyasî bikin yek, bi şêweyê ku xizmeta civaka navneteweyî bike.


