Tara Mamedovayê klîpa xwe ya nû belav kir

10-02-2024
RÛDAW
Tara Mamedovayê klîba xwe ya nû belav kir
Tara Mamedovayê klîba xwe ya nû belav kir
Nîşan Tara Mamedova Mûmê Klîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û stranbêja Kurd a ji Qirgizistanê Tara Mamedova klîpa strana xwe ya nû ya bi navê “Mûmê” belav kir.

Gotinê û awaza strana “Mûmê” gelerî ye û Metehan Dada aranje kiriye.

Stran, îro li ser kanala Youtbeyê ya Tara Mamedovayê hat belavkirin.

Di klîba Mamedovayê de muzîkjenên navdar Îrem Atalay û Hîvda Koç jî wekî vokal cih digirin.

Tara Mamedova kî ye?

Muzîkjena Kurd û ciwan Tara Mamedova, li Qirgizistanê hatiye dinê. Heta 8 saliya xwe li wir jiyaye.

Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratovê ya Rûsya dike. Heta sala 1999an li Saratovê dijî.

Destpêka salên 2000î ji bo dersên dans, şano û muzîkê diçe bajarê Moskow û Yaroslavê.

Malbata Tara Mamedovayê sed sal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye. 

Mamedova bi piştgiriya dayika xwe ya mamoste Gorçek Abdûlayevna berê xwe dide hunerê.

Dayika wê jî di gel mamostetiyê, stranên Rûsî distirê.

Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe guhdarî dikir, dîsa bi rêveberiya dayika xwe beşdarî gelek kursên hunerî dibe.

Di wan salên destpêkê de ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransayê.

Di sala 2008an de li Parîsê di konservatûarekê de perwerdeyê dibîne.

Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe.

Tara Mamedova, vê muzîkê, muzîka Rûsî ya Kurdî têkel dike. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî.

Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çêbike.

Li ser vê bawerî û bingehê, wekî muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku malbata wê sed sal berê jê dûr ketibû.

Mamedova sala 2005an yekem albuma xwe ya bi navê “Ax”ê diweşîne.

Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bi kar tîne.

Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav dike. Di xebata sêyem "Live’"ê de, stranên bi zaravayê Kirmackî jî li repertûra xwe zêde dike.

Mamedova di serî de li Stenbol, Amed, Riha, Wan û gelek bajarên din konser dane.

Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike.

Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herwiha bi zimanên cuda cuda distrê.

Ew niha li Tirkiyeyê dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst