Stenbol (Rûdaw) – Jinên kurd ên bakûrê Kurdistanê li meydana Sultan Ehmed a bajarê Stenbolê yê Tirkiyê kar û berhemên xwe yên destî nîşanî xelkê didin.
Ji aliyekî ve li meydana Taksîma Stenbolê xwepêşandan û çalakî didome, ji aliyekî din de jî jinên kurd ên bakûrê Kurdistanê berê xwe dan wî bajarî û li meydana Sultan Ehmed a bajêr ku bi qasî meydana Taksîmê navdar e, pêşangehek ji bo kar û berhemên xwe yên destî vekirin.
Jinên Kurdistanî yên ji bajarên Sêrt, Batman, Amed, Semsûr, Mêrdîn û Şirnexê çûna Stenbolê, berhemên xwe yên destî di çarçoveya “Navendên Civakî yên Pirrarmanc” nîşan didin.
Navendên Civakî yên Pirrarmanc ji wan saziyan pêk hatiye ku ji bo pêşxistin û geşedana civakî û aborî ya jinên kurd li bakûrê Kurdistanê pêk tê.
Hat gotin ku pêşangeha kar û berhemên destî yên jinên Kurdistanî dê heta 16ê Hezîranê bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse