Strana Kurdî ‘Kenîle’ bê destûr kir Azerî

08-03-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Stran Kurdî Kenîle Azerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Strana gelêrî ya bi Kurdî “Kenîle” ku ji aliyê hunermendên Kurd Hozan Seydo û Xanemîr ve hatiye xwendin bêyî destûr bi Azerî hatiye xwendin û belavkirin.

Hunermendê Kurd ê ji Bêdlîsê Hozan Seydo (Sabahattîn Tarlan) ji Rûdawê re got:

“Min berî 2 salan strana gelêrî Kenîleya ku aranjeya wê ji aliyê min ve hatibû amadekirin belav kir.

Min piştî 2 salan li ser medyayê dît ku hunermendên navdar ên Azerî Damla û Nicat heman stran bi aranjeya min û bi navê Geline belav kiriye.”

Hozan Seydoyê ku li Stenbolê dijî da zanîn ku wî bi mehan ked daye amadekirina strana Kenîleyê û tevî hemû hewlên wî stran ji platformên medyayê nehatiye rakirin.

Strana Kenîleyê 4ê Mijdara 2021ê ji aliyê Hozan Seydo ve li ser Youtube hatiye belavkirin û 4ê Kanûna Pêşîna 2021ê jî ji aliyê hunermendên Azerî Damla û Nicat ve bi navê Geline hatiye belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst