Bo cara yekê 'Mem û Zîn' li Almanyayê dibe Opera

05-05-2023
RÛDAW
Operaya Mem û Zîn roja 13ê Gulanê di festîvalekê de li Almanyayê tê pêşkêşkirin.
Operaya Mem û Zîn roja 13ê Gulanê di festîvalekê de li Almanyayê tê pêşkêşkirin.
Nîşan Mem û Zîn Opera Hunera Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bo cara yekemîn, Operaya Mem û Zîn tê amadekirin û dê roja 13ê vê mehê (Gulan) di festîvalekê de li eyaleta Hessen a Almanyayê were pêşkêşkirin.

Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, şahesereke wêjeya Kurdî ye, ku weke Romeo û Julieta Kurdan tê naskirin, yek ji destanên herî mezin ên Kurdî ye di dîrokê de û berî bêhtirî 300 salan hatiye nivîsandin.

Gelek lêkolîn û şîrove li ser wê destanê hatine kirin û bo ser gelek zimanan hatiye wergerandin, lê cara yekemîn ew destana Kurdî dibe Opera û dê li Almanyayê were pêşkêşkirin.

Operaya Mem û Zîn, li Almanyayê li eyaleta Hessen di Festîvala Navdewletî ya Gulanê de bi Kurdî tê pêşkêşkirin.

Di nava operaya Mem û Zînê de gelek hunermendên ji neteweyên cuda cih digirin.

Cem Idiz û Cuma Boynukara ew opera amade kirine.

Her sal bêhtirî 100 hezar kes beşdarî Festîvala Navdewletî ya Gulanê ya li eyaleta Hessen a Almanyayê dibin.

Kompanya Rain Media ku derhêner Dara Kutlay û Zelal Sever rêveberiya wê dikin, ew demeke dirêje amadekariya Operaya Mem û Zînê dikin,

Derhênerê operayê Îhsan Osman e, Soprano Ozlem Bulut, Tenor Angelo Pollak ligel Piyanîst Fiona Pollak, weke wan gelek hunermendên din têde beşar dibin.

Operaya Mem û Zînê dê roja 13 vê mehê saat 15:00 were pêşkêşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst