Hunermend Şevger Hovik di komayê de ye

05-04-2021
RÛDAW
Nîşan Şevger Hovik Kurd Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê ji bajarê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê, Şevger Hovik Zaza ev 4 rojin ji ber pêketina bi vîrusa Coronayê di komayê de ye û tendirustiya wî ne baş e.

Birayê hunermend Şevger, Silêman ji Rûdawê re ragihand ku birayê wî bi vîrusa coronayê ketiye û ev 4 rojin ji ser hişê xwe çûye.

Şevger ji xeynî Korona nexweşiya Rebû anko bêhntengiyê jî pê re heye, ji ber wê metrisî li ser jiyana wî heye.

Hunemrend Şevger niha li Swêdê li nexweşxaneya bajarê Sant Vîking e di jêr çavdêriya pizîşkan de ye. Zêdeyî 20 salan e ku ew hunermendê Rojavayê Kurdistanê li welatê Siwêd dimîne.

Şevger Hovik 64 salî ye û xelkê gundê Kêşikê yê ser bi Tirbe Sipiyê ve ye, zewicî ye û bavê 5 zarokan e. Dema 45 sala ye ew xizmeta hunera Kurdî dike, û bi dehan kilîp û stranên netewî amada kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst