DILKURDê piştgiriya komxebata perwerdeya zimanê dayikê kir

04-04-2025
RÛDAW
Nîşan DILKURD Amed Perwerdeya Zimanê Kurdî Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo komxebata bi navê "Di Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê Ber Bi Çareseriyê: Îmkan, Asteng, Pêşniyar" ku ji aliyê Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê ve tê lidarxistin belav kir.

Di daxuyaniyê de DILKURDê diyar kir ku ew piştgiriyê dide hemû xebatên zanistî, akademîk û civakî yên ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Li gorî daxuyaniyê, "Atolyeya Perwerdehiya Zimanê Dayikê" ya Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê di warê pêşxistin û belavkirina perwerdeya Kurdî de xwedî girîngiyeke mezin e.

DILKURDê destnîşan kir ku ew her pêngava ku ji bo zindî û xurtkirina zimanê kurdî hatiye avêtin bi nirx dibîne û piştgiriya xebatên di vî warî de dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin,"Naskirina fermî û qanûnî ya pêkhateya pirzimanî ya li Tirkiyeyê ji bo misogerkirina aştiya civakî û hemwelatîbûna wekhev gaveke girîng e."

Li gorî daxuyaniyê DILKURDê dê di navbera 12-13ê Nîsanê de li Amedê bi pêşengiya Egîtîm-Sen Şaxa Amedê beşdarî Komxebata Perwerdehiya Zimanê Dayikê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst