Şanoya 'Tu Neçe Şer' li Silêmaniyê hat nîşandan

03-06-2023
Horvan Rifet
Şanoya 'Tu Neçe Şer' li Silêmaniyê hat nîşandan
Şanoya 'Tu Neçe Şer' li Silêmaniyê hat nîşandan
Nîşan Tu Neçe Şer Silêmanî Şano
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê lîstika şanoyê ya 'Tu Neçe Şer' hat nîşandan ku hejmareke zêde ya şanohezan di roja yekem a vê lîstika nû de li holê amade bûn.

Tevahiya nivîsa şanoyê ji helbestên helbestvanê Kurd ê navdar Mardîn Îbrahîm hatiye wergirtin.

Lîstik bêyî ku cîh û dem diyar bike, behsa xweparastina ji şer û xirabî û malwêraniya şer dike. Piştî performansa demjimêrek û 30 xulekan, temaşevanan ji lîstikvanên 'Tu Neçe Şer' re li çepikan xistin.

Helbestvan Îdrîs Elî li ser şanoyê got, “Kek Horên di hilbijartina helbestên helbestvanekî Kurd de û veguhertina metneke şanoyê karekî jîr û aqilane kiriye, metna helbestê tijî xem û xemên hevdem û nûjen e, her wiha karibû bi şêweyeke gelekî baş helbestan di şanoyê de bikar bîne.”

Şanoger û mûzîkjen Roj Azad jî li ser şanoyê anî ziman, “Ev xebata ku min dît bi tevahî hêjayî hewildanê ye ku senaryoyeke şanoyî jê derxistine û ez dikarim bibêjim ku têgihîştina wê zehmet e û min biryar da ku du sê carên din werim da ku jê fem bikim.”

Amadekirin û provaya şanoyê pênc meh berdewam kiriye, şanogeran dibêjin jiberkirin û amadekirina wan hemû helbestan wek xwe û bê destkarî gelekî zehmet bûye.

Rûbar Ehmed li ser rola xwe ya di şanoyê de got, “Tiştê ku ji bo me pir zehmet bû ew bû ku em ji rîtma helbestê derkevin ku helbest bi xwe axavtineke asayî tê de nebû.”

'Tu Neçe Şer' piştî 2ê Hezîranê demekê li Silêmaniyê berdewam dike û tê payîn ku li bajarên din ên Başûrê Kurdistanê jî bê nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst