Hewlêr (Rûdaw) - Albûma duyem ya Hêja ya bi navê “Pistepistek Bilind” îro li ser hemû platformên dijital cihê xwe digre.
Hêja ya kû bi maxi-single yaa xwe ya yekem Stranên Neşuştî bal kişandibû ser xwe, vê carê jî bi awazên nûjen li himberî hezkiriyên xwe ye û albûmeke ji 8 stranan pêk tê bi navê “Pistepistek Bilind” belav kir.
Di albûmê de şêweyên wek rock û pop hene. Herwiha di strana "Masiyê Biçûk" de elemetên Jazz ê hatine bikar anîn. Ji alîyê din ve, di sitrana "Halê me" de ruhê stranên Erîvanê heye. Yek ji taybetmendiyên albûma Pistepistek Bilind; bikaranîna helbestên Kurdî yên hemdem e.
Hêja, helbestên Roşeng Rojbîr, Gulîzer, Şokrî Şahbaz û Şêrko Bêkes kiriye beste. Li gel van navên giranbiha, Hêja gotin û muzîka sê stranan jî bi xwe çêkiriye.
Aranjoriya şeş stranan Hêja û Olaf Godecke bi hev re kirine û her du stranên bi navê "Gîtar" û "Wîskî" dîsa Cansûn Kuçukturk aranje kirine.
Ev albûm bi piştgiriya fona muzîkê ya Alman Initiative Musik hatiye çêkirin û ev yekemin albûma Kurdî ye kû piştgiriyê ji vê fonê distîne. Bi vî awayî jî ev albûm baldar e. Belavkirina albûme Red Music Digitala li Hamburgê girtiye ser xwe.
Albûma Pistepistek Bilind behsa çi dike?
![]()
Nûçeyên Têkildar

Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin

Diyala Elî: Armanca me ya sereke parastina çand û wêjeya Kurdî ye

Cemîl Yûsif Kupaya Cîhanê ya ku Alaya Kurdistanê li ser e çêkir
