Almata (Rûdaw) - Kurdên ku li bajarê Almatayê yê Qazaxistanê dijîn, tevî jiyana modern jî di dawetên xwe de dab û nêrîtên Kurdewarî diparêzin.
Di daweta ciwanên bi navê Diyana Ehemdova û hevjînê wê Remezan Îsayev de kevneşopiyên wekî hinekirin, pêşkêşkirina rihel (cihêz) û "Dara Mirazê" derketin pêş.
Mîna her keçekê xeyala Diyanayê jî ew bû ku rojekê kincên bûkaniyê li xwe bike û bi nazikî û qeşengiya xwe her kesî bike heyrana xwe.
Ev xeyala wê pêk hat û xizm û lêzimên wan ji bo şahiyê li hev civiyan da ku keça Kurd bibe dotşah û prensesa roja xwe ya herî xweş.
Kevneşopiya hinekirinê
Jiyana Kurdên Qazaxistanê, bi taybetî jî ya yên li bajaran dijîn çi qasî modern be jî, ew di dawetên xwe de dab û nêrîtên Kurdewarî ji bîr nakin.
Kevneşopiya hinekirina destên bûk û zavê yek ji wan rîtuelan e.
Dîroka vê kevneşopiyê vedigere demên herî dêrîn û sembola evîn û dilsoziya jin û mêr e.
Ev rîtuel li cem Kurdên Qazaxistanê wekî beşeke gelekî girîng a dawetan tê dîtin.
Kêliyên hestiyar û nîşandana cihêzê
Di dawetê de kêliya herî hestiyar ew dem bû ku bav keça xwe radestî zavayê kir.
Her wiha nîşandana cihêzê jî yek ji kevneşopiyên kevnar ên Kurdan e.
Her çend cihêza îroyîn ji cihêza kevnar cuda be jî, ev rîtuel heta roja îro jî wekî beşek ji dawetan dimîne.
Dara Mirazê
Piştî van rêûresman, zava û siwarên bi wî re bi "Dara Mirazê" ve hatin qada dawetê.
Xemilandina Dara Mirazê di dawetên Kurdan de rîtûeleke pir kevnar e û sembola pîrozî, xêr û bereketê ye.
Ev dar bi taybetî ji bo bûk û zavê tê amadekirin da ku jiyana wan a nû bi şahî, dewlemendî û zarokên qenc dest pê bike.
Zewaca fermî û xişrên bûkê
Li gel pêbendbûna bi kevneşopiyên dêrîn, nifşê nû yê Kurdên Qazaxistanê rêûresmên hevdem jî pêk tînin.
Karmenda dewletê ya ku hatibû dawetê, zewaca her du ciwanan bi fermî tomar kir.
Di beşa herî girîng a dawetê de jî, xişr û zêrên ku mala zavê ji bo bûkê anîbûn nîşanî mêvanan hatin dayîn û bûk pê hat xemilandin.
Mezinên her du malbatan jî duayên xêrê li nûzewiciyan kirin.
Piştî van hemû rêûresman, dîlan û govend coştir bû û şahiya ciwanan heta derengiya şevê domî.



