Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê fîlmê "Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" ya ku derhênerê wê Helkewt Mistefa ye, wekî namzedê xwe yê Xelata Oskarê ya sala 2027an diyar kir.
Komîteya Niştimanî ya Hilbijartina Namzedê Oskarê ya li Îraqê ragihand ku fîlm bi yekdengiya endamên komîteyê hatiye hilbijartin da ku bi awayekî fermî bibe namzedê Îraqê yê di pêşbirka xelatên Oskarê ya sala bê de.
Komîteya ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Daîreya Sînema û Şanoyê ya Îraqê ve hatiye erkdarkirin, di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî nirxandineke hûnerî ya hûr, wan ev fîlm hilbijartiye.
Komîteyê destnîşan kir ku fîlm xwedî "dîtineke derhênerî ya gihîştî ye û hêmanên teknîkî û dîtbarî yên wê temam in".
Fîlm qala çi dike?
Komîteyê her wiha got ku fîlm tecrubeyeke sînemayî ye û "kûrahiya mirovî û taybetmendiya vegotina navxweyî" nîşan dide.
Ev yek jî dihêle ku fîlm hêjayî wê be ku di pêşbirka navneteweyî de cih bigire.
Fîlmê "Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" qala Pêşmergeyeke jin a sekvan dike ku ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya biçûk, bi dizî dikeve nav DAIŞiyan.
Fîlm Pêşmergeya jin a ku li hemberî tarîtiyê serî natewîne nîşan dide.
Nivîskar û derhênerê fîlmê Helkewt Mistefa armanca xwe ya ji vî karî wekî "kişandina bala cîhanê ya ser qehremaniya jinên Kurd" pênase kir.
Nîşandana li Festîvala Viyanayê
Fîlm 7ê Îlonê dê di Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Viyanayê ya li Îtalyayê de cara ewil were nîşandan û xalîçeya sor ji bo wê were raxistin.
Pişt re 22yê Îlonê dê li sînemayên Herêma Kurdistanê were nîşandan.
Helkewt Mistefa yek ji derhênerên navdar ên Kurd e û berê jî bi fîlmê "Klassîko" navekî navneteweyî bi dest xistibû ku li 56 welatan hatibû nîşandan.
Berhema wî ya dawî jî belgefîlma "Veşartina Sedam Husên" bû ku di dîroka sînemaya Ereban de wekî belgefîlma ku herî zêde hatiye temaşekirin hat tomarkirin.
Fîlm bi hevkariya şirketên "Hene Film" a Norwecê, "La Media" ya Herêma Kurdistanê û şirketa "Chimney Pot" a Swêdê hatiye girtin.



