New York (Rûdaw) - Meha bê dê li bajarê Ebû Dabiyê yê Îmarata Erebî konferansa herî mezin a avê ya cîhanê bê lidarxistin û tê çaverêkirin ku bi hezaran kes beşdar bibin.
Nûnerê Îmaratê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Ebûşehab ji Rûdawê re ragihand ku wan bangî Îranê jî kiriye da ku beşdarî konferansê bibe.
Nûnerê Îmaratê yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Ebûşehab pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya New Yorkê Namo Ebdulah bersivand.
Mihemed Ebûşehab li ser vexwendina welatan û metirsiya armancgirtina binesaziya avê ya di şer de diyar kir ku hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî hatine vexwendin.
Wî her wiha da zanîn ku ew ji bo parastina ewlehiya avê ya li herêmê dixebitin.
Vexwendina Tehranê ya ji aliyê Ebû Dabiyê ve di demekê de ye ku piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, Tehranê bi êrişên bi mûşekan û bi dronan ên li ser Tel Evîv û welatên cîran bersiva wan dabû.
"Hemû welatên endam hatine vexwendin"
Nûnerê Îmaratê da zanîn:
"Li gorî stratejiya ewlehiya avê ya Îmaratê ya heta sala 2036an, me sîstemeke berxwedêr û curbicur ava kiriye ku hatiye dariştin da ku gihîştina berdewam a avê di rewşên asayî û lezgîn de dabîn bike, di nav wan de embarkirin, sîstema yedek û tora bi hev ve girêdayî hene.
Di Konferansa Avê de, welatên endam dê bi rêya diyalogê û li gorî rêkarên diyarkirî aliyê gotûbêjan diyar bikin lê bê guman, di pêwendiyên me yên bi hemû welatên endam re de, çaverêkirin ew e ku em çareseriyên avaker û rêyên parastina gihîştina av û enerjiyê ji bo her kesî bibînin."
Konferansa Avê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Ebû Dabiyê di navbera 2-4ê Kanûna Pêşîn de bi hevkariya Îmarat û Senegalê were sazkirin.
Di konferansê de dê girîngî li ser çareserkirina qeyrana cîhanî ya avê û misogerkirina gihîştina ava paqij ji bo her kesî be.
Rûdaw: Di şerê îsal de li gorî raporan, Îranê bi dronan êrişî stasyona kareba û avê ya Fuceyreyê ya li welatê we kir. Her wiha li Kuweytê jî li stasyonên şîrînkirina avê xist. Gelo Îmaratê bangî Îranê kiriye ku biçe Ebû Dabiyê û hûn dê di konferansê de bixwazin ku welatan pêbend bikin da ku ti carî binesaziya avê nekin hedef?
Mihemed Ebûşehab: Spas. Belê, Îran hatiye vexwendin. Hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî hatine vexwendin. Li ser êrişên li dijî binesaziya avê ya sivîl jî em her tim gihîştina avê wekî mijareke ewlehiya neteweyî dibînin.
Li gorî stratejiya ewlehiya avê ya Îmaratê ya heta sala 2036an, me sîstemeke berxwedêr û corbicor ava kir ku hatiye dariştin da ku gihîştina berdewam a avê di her du rewşên asayî û lezgîn de dabîn bike, di nav wan de embarkirin, sîstema yedek û tora bi hev ve girêdayî.
Di Konferansa Avê de, welatên endam dê bi rêya diyalogê û li gorî rêkarên diyarkirî aliyê gotûbêjan diyar bikin. Lê bê guman, di pêwendiyên me yên bi hemû welatên endam re, çaverêkirin ew e ku em çareseriyên avaker û rêyên parastina gihîştina av û enerjiyê ji bo her kesî bibînin.


