Hewlêr (Rûdaw) - Chatham Houseyê diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gorî hemû hewlên berê yên ji bo bidawîanîna şer gavên "gelekî mezin" avêtine.
Peymangeha Kar û Barên Navneteweyî ya Şahane ya Brîtanyayê (Chatham House) destnîşan kir ku pêvajoyê "ji avakirina baweriyê zûtir piştgiriya giştî bi dest xistiye".
Ev destpêşxeriya ku Çiriya Pêşîn a 2024an ji aliyê Serokê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ve hat destpêkirin, bû sedem ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe hilweşîne û bi çekdanînê razî bibe.
Her wiha rapirsiya sala 2025an a navendên Rawest û IstanPolê nîşan da ku her çend ji sedî 64ê beşdaran piştgirî daye destpêşxeriyê jî, kêmtirî ji sedî 42yê wan pêşbînî kiriye ku dê serkeftin pêk bê.
Li gorî rapora Chatham Houseyê, yasaya pêvajoya çareseriyê ya ku Tebaxa 2026an ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat pesendkirin, mercên yasayî yên qonaxa derbasbûnê diyar dike û awayê çekdanîna gerîlayan û miameleya bi endamên PKKyê re li xwe digire.
Lê belê yasadanîn bi tenê nikare bidawîanîna li têkoşîna bi çekan veguherîne çareseriyeke mayînde; ev yek pêdivî bi garantiyên yasayî yên şênber, bersivdana daxwazên dîrokî yên Kurdan û sîstemeke siyasî heye ku bikaribe bêyî şer bixebite.
Bandora rewşa herêmê ya li ser pêvajoyê
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji salên 1980yî û vir ve "dewleta Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurdan tenê di çarçoveya PKKyê de û wekî gefeke ewlehiyê didît".
Dan û standinên salên 2013-2015an ji bo demeke kurt ew nêrîn guhert û girîngî da demokrasî û mafên çandî û siyasî lê piştî têkçûna wan a sala 2015an, şer ji nû ve dest pê kir û bû sedema girtina siyasetmedarên Kurd.
Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku "destpêşxeriya niha bêhtir li ser bingeha ewlehiya neteweyî û aramiya herêmî hatiye avakirin ku tê de çekdanîn xistine pêşiya reformên berfireh ên demokratîk".
Li gorî raporê, ev meyl heta asteke bilind "bi aloziyên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye".
Piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan, "berfirehbûna operasyonên leşkerî yên Îsraîlê û guherîna hevsengiya hêzê ya li herêmê, bi taybetî rûxîna rejîma Beşar Esed a li Sûriyeyê û lawazbûna Îranê, dilgiraniyên ewlehiyê yên Enqereyê zêde kirin. Tirkiye ditirsiya ku Îsraîl Pirsgirêka Kurdan bi kar bîne, lewma hewl da ku eniya xwe ya navxweyî bihêz bike".
Ji bo PKKyê jî "guhertinên li herêmê, lawazbûna Hizbulahê û kêmkirina qada desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berî tevlîbûna wan a nav artêşa Sûriyeyê, nediyariyeke mezin ji bo komên bi çekan ên nedewletî çêkir".
Li navxwe jî, "di dehsalên dawî de binkeya giştî ya partiyên Kurdan zêdetir pirs li ser sûda têkoşîna bi çekan dikir û siyaseta sivîl li wî welatî bihêztir bû; loma ji bo her du aliyan berdewamkirina şer ji bidawîanîna wî bihatir bû".
Nirxandina yasaya pêvajoya çareseriyê
Parlamentoya Tirkiyeyê 10ê Tebaxê bi piraniya 468 dengan pêşnûmeyasaya taybet a pêvajoya çareseriyê pejirand.
Yasa tawanan û avakirina komîteyeke çavdêriyê ya parlamentoyê destnîşan dike.
Her wiha taloqkirina rêkarên tawankariyê û bicihanîna cezayê girtîgehê yê ji bo 5-10 salan li xwe digire lê ev yek jî dihêle ku daxwazkar bi salan di rewşeke nezelal de bimînin.
Di rapora Chatham Houseyê de hat destnîşankirin:
"Kêmasiya mezin a yasayê ew e ku tenê bala xwe daye rêkarên cezakirin û ewlehiyê û ti bernameyên taybet ji bo perwerde, tenduristî yan jî dîtina kar ji bo ji nû ve tevlîkirina civakî û aborî ya endamên berê yên PKKyê diyar nekirine".
Di wê raporê de her wiha hat diyarkirin ku bicihanîna yasayê ji aliyê desteyekê ve bi serokatiya Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz tê birêvebirin û komîteya parlamentoyê jî (ku di xula nû ya parlamentoyê de 1ê Çiriya Pêşîn dest bi kar kir) tenê "desthilata çavdêrî û pêşniyarkirinê" heye û bêyî dabînkirina xizmetguzariyên tevlîkirinê, rêya vegerê tenê li ser kaxezê dimîne.
Qonaxa paşerojê dê çawa be?
Li gorî rapora Chatham Houseyê, yasayê "qonaxa yekem a pêvajoyê bi awayekî fermî pejirand ku ew jî rawestandina tundiyê ye lê pêngavên paşerojê pêdivî bi biryara siyasî hene, ne yasayên nû.
Di dema navîn de berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş (ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nêzîkî 10 sal in girtî ye) û vegerandina şaredarên hilbijartî li şûna qeyûman (ku Bahçelî jî piştgirî dayê), bileztirîn rê ne ji bo avakirina baweriyê li cem raya giştî".
Di raporê de her wiha hat gotin ku di qonaxa demdirêj de "aştiyeke mayînde pêdivî bi reformên yasayî heye da ku pirsgirêkê ji kokê ve çareser bike, di serî de jî mafê zimanê dayîkê. Ji ber ku zêdetirî ji sedî 80yê Kurdan dixwazin zimanê Kurdî di xizmetên giştî de bê bikaranîn û ji sedî 71ê wan piştgiriyê didin perwerdeya bi 2 zimanan, heta ji sedî 42yê Tirkan jî bi awayekî mutleq li dijî van mafan nînin".
Siyaseta li Tirkiyeyê ya piştî PKKyê
Vegerîna li têkoşîna bi çekan ji aliyê stratejîk ve "mesrefeke giran ji bo PKKyê çêdike û rewayiya wê li cem Kurdan lawaz dike, bi taybetî Abdullah Ocalan jî gelek caran pêbendbûna xwe ya bi pêvajoyê re ducare kiriye".
Hebûna PKKyê awayê siyaseta aliyan diyar kir û "hikûmetan bi hinceta ewlehiyê daxwazên Kurdan bi paş ve dixistin û siyaseta sivîl a Kurdan jî (ku berê HDPyê û niha DEM Partî nûnertiya wê dike) di bin siya şer de bû".
Di rewşeke ku PKK êdî tê de tune be, "divê hikûmet li şûna têkoşîna li dijî terorê li ser bingeha destkeftiyên siyasî xelkê qanih bike.
Divê DEM Partî jî bi rêya saziyên sivîl bernameyeke siyasî ya bihêz ava bike û Partiya NÛ jî (ku niha mezintirîn partiya mixalefetê ye û ji aliyê Serokê berê yê CHPyê Ozgur Ozel û alîgirên wî ve piştî biryara dadgehê ya vegerandina serkirdayetiya berê ya CHPyê hat damezirandin), divê piştgiriya xwe ya destpêkê veguherîne pêşniyarên pratîkî".
Pêvajoyê agirbest û çekdanîn pêk anîn ku ev yek bipêşketineke mezin e ber bi 'aştiya neyînî' (nebûna şer) ve lê gihîştina bi 'aştiya erênî û mayînde' ceribandina rasteqîn e li pêşberî siyasetmedarên Tirkiyeyê.
Ji aliyê zanista siyasî ve, 'aştiya neyînî' ew cure aştî yan peyman e ku tê de alî pirsgirêkên xwe çareser nakin, tenê şer radiwestînin.
Di 'aştiya erênî' de hem pirsgirêk hatine çareserkirin yan jî li ser wan lihevkirin pêk hatiye, hem jî şer hatiye rawestandin.



