Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke rojnameya New York Timesê qala wê yekê dike ku hejmara şêniyên Japonyayê bi lezeke zêde dadikeve.
Bi awayekî ku ji sala 2020an heta 2025an, hejmara xelkê li wî welatî zêdetirî 3 milyon kesî kêm bûye.
Ev daketina herî mezin a hejmara niştecihan a di dîroka wî welatî de ye.
Sedem çi ne?
Kêmbûna zarokan: Daxwaza hevjînan a ji bo çêkirina zarokan zêde nîne. Niha li beramberî her zarokekî ku ji dayîk dibe, du kes dimirin.
Pîr û kalbûna civakê: Temenê hejmareke zêde ya xelkê Japonyayê mezin e û ew pîr û kal in.
Koçkirina bajaran: Ciwan gundan vala dikin û ji bo kar û xwendinê diçin bajarên mezin ên wekî Tokyoyê. Vê yekê kiriye ku gund vala bibin. Xebata li bajaran zêde ye û niştecihên bajaran naxwazin zarokên wan ên zêde hebin.
Bandora vê kêmbûnê çi ye?
Kêmbûna hêza kar: Êdî wekî pêwîst ciwan peyda nabin ku li kargeh, nexweşxane, dibistan û baregehên polîsan bixebitin.
Girtina cihan: Li gelek cihan dibistan hatine girtin û kirine cihên mayînê yên kal û pîran. Bi milyonan xanî vala bûne û hinek xetên trênan jî ji ber nebûna rêwiyan hatine girtin.
Pirsgirêka aborî: Dema ku ciwan kêm bin, kes nîne bacê bide ku hikûmet karibe xizmetguzarî û meaşê malnişîniyê dabîn bike.
Çareserî çi ye?
Hikûmetê gelekî hewl da xelkê teşwîq bike ku zarokên wan çêbibin lê sûda wê nebû.
Pispor dibêjin tenê rêyek heye, ew jî ew e ku Japonya deriyên xwe ji koçberan re veke ku biçin li wir bixebitin lê hikûmeta Japonyayê heta niha di vê mijarê de gelekî bi baldarî û dudilî tevdigere.
Rewşa bajaran çawa ye?
Tenê bajarên mezin ên wekî Tokyoyê hîn jî qerebalix in. Çimkî hemû ciwanên Japonyayê diçin wê derê.
Niha nêzîkî ji sedî 30ê hemû xelkê Japonyayê tenê li Tokyoyê û derdora wê dijîn.
Japonya niha di rêza pêş a wan welatan de ye ku ber bi kêmbûneke metirsîdar a niştecihan ve diçe.
Ev yek wekî zengilekî metirsiyê ye ji bo welatên din jî dibe ku di paşerojê de rastî heman pirsgirêkê werin.
