Moskow (Rûdaw) - Werza geştyariya havînî ya li Rûsyayê dest pê kir.
Li gorî pêşbîniyên Wezareta Bipêşketina Aboriyê ya Rûsyayê havîna îsal rêjeya geştyariya navxwe ya li Rûsyayê li gorî sala borî dikare ji sedî 4 zêde bibe.
Tê çaverêkirin ku hejmara geştyaran bigihêje 48 milyonan.
Xwediya Şirketa Geştyariyê Marîna Kandaşovayê anî ziman:
“Welatiyên Rûsyayê betlaneyên xwe ji destpêka salê plan dikin û heta rezervasyonên xwe jî dikin.
Îsal piraniya welatiyan ji bo geştyariyê herêmên Rûsyayê hildibijêrin.
Em texmîn dikin ku îsal hejmara geştyarên navxwe bigihêje derdora 50 milyon kesan.”
Zerera êrişên dronan a li geştyariyê
Berî mehekê, dronên Ukraynayê êrişî rafineriya petrolê ya Rûsyayê ya li beravên Deryaya Reş kir.
Di êrişê de petrol rijiya deryayê û berav jî lewitîn.
Vê yekê planên piraniya geştyarên Rûsyayê guherandin.
Geştyara ji bajarê Astrakhanê Alîna Stepanovayê diyar kir ku ew dê neçe beravên Deryaya Reş û got:
“Belê, beravên Deryaya Reş îsal ji planên me derket.
Hem ji ber rijîna petrolê hem jî ji ber metirsiya rewşa ku tê zanîn.
Loma ji bo min cihên herî ewle û guncav bajarên wekî Moskow û Petersburgê ne.”
“Gelek deverên welatê me hene ku em hîn nas nakin”
Bloger Konstantîn jî ragihand ku ew dê li Rûsyayê bigere û destnîşan kir:
“Plana me ew e ku em bi malbata xwe re betlaneya xwe li welatê xwe yê berfireh derbas bikin.
Gelek deverên welatê me hene ku em hîn nas nakin û em dê bi kêfxweşî wan deveran hilbijêrin.”
Li gorî amarên Yekîtiya Operatorên Geştyariyê tenê nêzîkî ji sedî 30ê welatiyên Rûsyayê plan dikin ku betlaneyên xwe li derveyî welêt derbas bikin.
Geştyara ji bajarê Kemerovoyê Svetlana Fyodorovayê da zanîn:
“Ji bo betlaneyê ez hez ji wan welatan dikim ku tê de av heye, roj heye û gelek fêkî hene.
Gelek caran em diçûn Tirkiyeyê û îhtimal e ku îsal jî herin wî welatî.”
Hêlên navneteweyî yên herî populer ji bo geştyarên Rûsyayê welatên Başûrê Qafqasyayê, Tirkiye û welatên Asyaya Dûr in.