Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Ewropayê agahiyên derewîn ên derbarê hebûna bombeyan a di trafîka asmanî de bûn sedema panîk û astengiyên mezin.
Li Balafirgeha Vaclav Havelê ya li Pragê ya paytexta Çekyayê herî kêm 8 geştên asmanî rawestiyan, rêya hinek balafiran hat guhertin û balafirên şer li hewayê bi hinek balafirên rêwiyan re meşiyan.
Berdevkiya Balafirgeha Pragê ragihand ku tedbîrên ewlehiyê rasterast bandor li geştên ji Danîmarka, Spanya û Brîtanyayê û her wiha yên ber bi Holenda, Qibris, Romanya, Îtalya û Brîtanyayê ve kiriye.
Balafirên şer ketin dewrê û rêya geştan hat guhertin
Hat ragihandin ku di nava vê hefteyê de li qada asmanî ya Ewropayê nêzîkî 20 gefên bombeyan ên derewîn hatine tomarkirin.
Ji ber van gefan saziyên hewavaniyê yên sivîl protokolên awarte yên ewlehiyê xistin meriyetê:
Balafira şirketa Aer Lingusê ya ku ji Dublînê diçû Romayê, rêya xwe guhert û bi neçarî xwe li baregeheke leşkerî ya li Fransayê danî.
Balafira şirketa Finnairê ya li ser xeta Helsînkî û Romayê piştî îxbara bombeyê, ji aliyê balafirên şer ên Îtalyayê ve li hewayê hat parastin û pê re meşiyan.
Li Portekîzê ji bo balafira şirketa Ryanairê ya ku ji Lîzbonê diçû Romayê îxbarek hat kirin lê piştî kontrola polîsan derket holê ku agahî derew e.
Polîsê Pragê jî ji bo balafirên şirketa EasyJetê yên ji Newcastle û Glasgowê hatibûn tedbîr standin û li balafirgehê kontroleke hûr pêk anî.
Brîtanya: Xapandineke bi niyeta xirab e
Hat eşkerekirin ku di vê pêla gefan de li seranserê parzemînê herî kêm 21 balafir û gelek balafirgehên navneteweyî bûn armanc.
Îxbarên li ser balafirgehên Heathrow û Birminghamê yên li Brîtanyayê jî piştî lêkolînan derew derketin.
Rayedarên Brîtanyayê ev kiryarên ku trafîka asmanî tevlihev kirine wekî "xapandineke bi niyeta xirab" bi nav kirin.
Ji ber van aloziyan geştên girêdayî Awisturya, Belçîka, Bulgaristan, Çekya, Fransa, Îtalya, Polonya û Romanyayê bi awayekî rasterast zerer dîtin û li ser bûyeran lêpirsîneke navneteweyî hat destpêkirin.



