Amed (Rûdaw) - Eşkere bûye ku karmendekî pilebilind ê Daîreya Koçberiyê ya Swêdê li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo Îranê sîxurî kiriye.
Tevî ku dosyeyên penaberiyê û belgeyên ku penaxwaz û penaber didin hikûmetên Ewropayê nihênî ne, wî karmendî xwe gihandiye dosyeyên penaxwazên ji Rojhilatê Kurdistanê û kesên din ên mixalifên Îranê.
Wî karmendî naveroka dosyeyên penaberan daye efserekî îstixbarata Îranê ku li Balyozxaneya Îranê ya Stockholmê dixebitî.
Lêpirsîna îstixbarata Swêdê
Sîxurî wê demê eşkere bû ku Saziya Îstixbaratê ya Swêdê (SAPO) guman ji wî kesî kir û lêpirsîn da destpêkirin.
Li gorî lixwemikurhatinên wî kesê ku bi xwe jî Îranî ye, efserekî îstixbarata Îranê pêwendî bi wî re daniye.
Hat zanîn ku ew efserê Îranî çûye serdana sîxurê li Daîreya Koçberiyê û gelek caran jî li navenda dan û standinêya bi navê Mall of Scandinaviayê ya li Stockholmê hev dîtine.
Wî efserî her wiha alîkariya sîxurê Daîreya Koçberiyê ya Swêdê kiriye ku pasaporta xwe ya Îranî nû bike û serdana Îranê jî bike.
Efserên Îranî hatin dersînorkirin
Piştî eşkerekirina vê bûyerê, hikûmeta Swêdê ew efserê îstixbaratê yê Îranê ji Swêdê derxist.
Demekê pişt re heman karmendî pêwendî bi efserekî din ê îstixbarata Îranê re danî û ew efser jî piştî ku hat eşkerekirin ji Swêdê hat derxistin.
Lêpirsînên îstixbarata Swêdê nîşan didin ku sîxurê Îranî yê li Daîreya Koçberiyê ya Swêdê rûpela yekem a pasaporta gelek penaxwazên ji Rojhilatê Kurdistanê û kesên din daye komeke mafyayê ya bi navê Bandidos.
Pêwendiyên Îranê û komên tawanan
Swêdê berê jî Îran bi bikaranîna komên mafyayê yên li Swêdê tohmetbar kiribû.
Her vê hefteyê li Swêdê, ciwanekî 16 salî yê Norwecî bi salek û 6 mehan cezayê zindanê hat cezakirin.
Sedema cezakirina wî ew bû ku eşkere bûbû wî xwestiye li ser daxwaza koma tawanan a Foxtrotê ku Rewa Mecîdê Kurd serokatiya wê dike û niha li Îranê ye, kesekî li Swêdê bikuje.

.webp&w=3840&q=75)

