Hewlêr (Rûdaw) - Li Bengladeşê gamêşekî albîno yê kêmpeyda ku ji ber perçema xwe ya zer wekî "Donald Trump" tê naskirin, piştî destwerdana hikûmetê ya di kêliya dawî de ji serjêkirinê hat rizgarkirin.
Ajansa Reutersê da zanîn ku karmendekî Wezareta Karên Navxwe ya Bangladeşê di roja yekem a Cejna Qurbanê de ev yek eşkere kiriye.
Ev gamêşê ku nêzîkî 700 kîlogramî ye, ji bo serjêkirinê hatibû firotin lê rayedar ketin dewrê.
Rayedaran ji ber eleqeya zêde ya xelkê ya beriya cejnê fikarên ewlehiyê wekî hincet nîşan dan.
Wezîrê Karên Navxwe yê Bangladeûê Salahuddîn Ahmed ferman da ku gamêş neyê serjêkirin, pereyê kiryar lê were vegerandin û ajel veguhêzin Baxçeyê Ajalan ê Neteweyî yê li Dhakayê.
Karmendekî Wezareta Karên Navxwe ya Bangladeşê diyar kir:
"Di kêliya dawî de ji ber fikarên ewlehiyê û eleqeya awarte ya xelkê biryar hat dayîn ku gamêş ji bo Cejna Qurbanê ji serjêkirinê were rizgarkirin."
Vîdeoyên wî belav bûn
Ev dan û standina asayî ya cejnê, piştî ku vîdeoyên wî li ser torên civakî belav bûn, bi lez veguherî meraqeke neteweyî.
Xelk li çewligê kom bû û gelek kes ji cihên dûr çûn ku perçema wî ya zer û helwesta wî ya aram bibînin.
Xwediyê çewligê Zîauddîn Mridha destnîşan kir ku birayê wî yê biçûk ev şibandin kiriye û wî navê “Donald Trump” lê kiriye.
Mridha anî ziman ku ev gamêş gelekî aram e û pêwîstiya wî bi xwedîkirina baldar heye û diyar kir ku divê ew her tim were were şûştin.
Navê wî jiyana wî rizgar kir
Li Bengladeşê ku piraniya dewar û ajelan reş in, gamêşên albîno kêm in.
Vê yekê kir ku ew di demsala qurbaniyan a cejnê de balê bikişîne û navê wî jiyana wî rizgar kir.
