Hewlêr (Rûdaw) - Îran artêşa Amerîkayê bi binpêkirina agirbesta di navbera wan de tohmetbar kir.
Ev yek piştî wan êrişan hat ku şeva borî li başûrê Îranê li hejmareke depoyên mûşekan û keştiyên danîna mayînan hatin kirin.
Pêşhatên nû hewlên dîplomatîk ên ji bo gihîştina peymaneke bidawîanîna şer xistin bin metirsiyê.
Piştî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ku tê de amaje bi destpêkirina pêleke nû ya bombebaranan hatibû kirin bihayê petrola Brent bi qasî ji sedî 3 bilind bû.
Di heman demê de Çînê bangî her du aliyan kir ku rêzê li agirbestê bigirin û nakokiyên xwe bi rêyeke aştiyane çareser bikin.
Keştiyeke petrolê zerer dît
Li gorî Çavdêriya Ewlehiya Deryayî (UKMTO), teqînekê li nêzîkî Umanê zerer gihandiye keştiyeke petrolê lê rêxistinê ragihand ku xelk û keştî silamet in.
Supaya Pasdaran a Îranê jî radigihîne ku hêzên wan droneke Amerîkayê xistiye ku asmanê Îranê binpê kiribû, her wiha wan gule li balafireke şer a F-35 jî reşandine.
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê
Wezareta Karên Derve ya Îranê got:
"Artêşa terorîst a Amerîkayê di 48 saetên borî de, binpêkirineke mezin a agirbestê li herêma Hurmizganê pêk aniye."
Wezaretê teqez kir ku Tehran ti xirabiyan bêbersiv nahêle û di parastina gelê Îranê de dudil nabe.
Peyama Mucteba Xamineyî
Li aliyê din, Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de hişyarî da welatên herêmê ku dest ji mazûvaniya baregehên leşkerî yên Washingtonê berdin û got:
"Êdî ti penagehên aram ên Amerîkayê li herêmê nînin û roj bi roj zêdetir ji pêgeha xwe ya berê dûr dikeve."
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Tim Hawkins li ser êrişan got:
"Hêzên Amerîkayê îro ji bo parastina hêzên me ya ji gefên Îranê, li başûrê Îranê êrişên parastina rewa pêk anîn."
Marco Rubio: Derfeta peymanê heye
Tevî van aloziyan, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio amaje pê kir ku hîn jî derfet ji bo peymanê maye.
Rubio bi tundî li ser vekirina Tengava Hurmizê sekinî û ji rojnamegeran re got:
"Îro hinek dan û standin li Qeterê hatin kirin.
Ez di wê baweriyê de me ku em dê bigihin encamekê lê hinek dem dixwaze."
Wî teqez kir ku girtina Tengava Hurmizê şikandina yasayan e û ji bo cîhanê nayê qebûlkirin.
Daxwaza Tehranê ya ji bo 24 milyar dolarî
Ajansa Tesnîmê ya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku dan û standinkarên Tehranê daxwaza dayîna samanên xwe yên blokkirî dikin ku wekî 24 milyar dolarî tê hesabkirin.
Li gorî lihevtêgihiştina 14 xalî, divê 12 milyar dolarê wî pereyî di qonaxa ewil de amade bibe.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf doh tevî Ebas Eraqçî û Ebdulnasir Hîmetî ji bo vê mebestê li Qeterê bûn.
Helwesta Îsraîlê û şerê li Libnanê
Li aliyê din, hêviyên ji bo peymana dawî kêm bûne piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja duşemê biryardariya xwe ya li ser "têkbirina" Hizbulahê ya li Libnanê ragihand.
Îran dixwaze ku peyman rawestandina şer a li Libnanê jî li xwe bigire.
.jpg&w=3840&q=75)