Hewlêr (Rûdaw) - Mamoste Mîmî mamosteyeke Kurdî ya hişê çêkirî ye û berhema jineke Efrînî ye.
Ew li ser Instagram û torên din ên medyaya civakî, di vîdeoyên xwe de bi Kurdiyeke şîrîn zarokan fêrî Kurdî dike.
Mamoste Mîmî dahênana Feyruz Reşîdê ye.
Feyruz Reşîd ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Viyanaya paytexta Awisturyayê dijî.
Wê jûreke mala xwe ji bo vê projeya taybet a ji bo zarokên Kurd veqetandiye û rojane vîdeoyan amade dike.
"Min xwest ez xizmeta zarokên Kurd bikim"
Dahênera Mamoste Mîmî Feyruz Reşîd qala çêbûna vê projeyê kir û got:
“Min vîdeoyên xwe yên li ser teknolojiyê li ser medyaya civakî belav dikirin.
Min dît ku hemû kesên temaşe dikin mezin in û zarok temaşe nakin. Ji ber vê yekê ez rûniştim û min pirsî ka ez dikarim ji bo zarokên Kurd çi bikim. Min biryar da ku ez projeya Mamoste Mîmî çêbikim.
Min destpêkê di înternetê de vîdeoyek dît. Vîdeoyeke biçûk bû. Dema ku min dît, min got ez dê çawa vê bikim Kurdî da ku xizmeta miletê Kurd û zarokên Kurd bikim."
Feyruz Reşîd diyar kir ku wê xwe di warê teknîkên vîdeoyan de bi pêş xistiye û wiha li pey çû:
"Min 10 vîdeo li gorî dilê xwe amade kirin da ku parve bikim. Êdî min li ser navan lêkolîn kir, min xwest ez navekî şîrîn lê bikim da ku bê hezkirin. Min ji hişê çêkirî jî alîkarî xwest û wî jî hinek nav pêşniyar kirin.
Ji pêşniyara min û hişê çêkirî kombînasyoneke wekî Mamoste Mîmî derket û min jî eciband. Piştre min li ser Instagram, YouTube û TikTokê hesab vekirin û dest bi belavkirina vîdeoyan kir.”
Ji Efrînê ber bi Viyanayê ve
Feyruz xwendekara Zanîngeha Helebê bû. Bi destpêkirina şer û piştî êrişên li ser Efrînê, ew koçî Kilîsa Bakurê Kurdistanê dike.
Wê li wir 4 salan beşa aboriyê xwendiye.
Piştre ji bo xwendina masterê berê xwe dide Polonyayê û ji sala 2020an ve li Awisturyayê bi cih bûye.
Feyruzê beriya mehekê dest bi projeya Mamoste Mîmî kiriye.
Vîdeoyên wê di demeke kurt de li ser medyaya civakî bi milyonan hatin temaşekirin û bûn trend.
Di rojekê de 4 milyon temaşekirin
Feyruz Reşîd bal kişand ser serkeftina vîdeoyan û ew eleqeya ku dîtine wiha anî zimên:
“Min roja yekem ji hesabê Mamoste Mîmî 2 vîdeo parve kirin. Roja yekem min dît ku temaşekirina vîdeoya yekem gihîştiye 4 milyon kesan û bi hezaran peyam û şîrove hatin.
Ez ji ber vê yekê gelekî kêfxweş bûm û min ev kar domand. Min her roj nêzîkî 3-4 vîdeoyan parve kirin.
Ev hefteyek e hejmara şopînerên Mamoste Mîmî tenê li ser Instagramê 854 hezar derbas kirine.
Ji hemû derên cîhanê şîrove û peyamên pozîtîf ji me re tên. Ji Çînê heta Amerîkayê, ji Ewropayê û hemû deverên Kurdistanê peyam tên û dibêjin vî karî bidomîne. Tiştên wisa pozîtîf tên, ev yek jî min teşwîq dike.”
Li benda piştgiriyê ye
Feyruz wan pereyên ku ji bo amadekirina vîdeoyên Mamoste Mîmî dide bernameyên hişê çêkirî, ji berîka xwe xerc dike.
Ew li bendê ye ku hemû sazî û aliyên pêwendîdar ên li her parçeyên Kurdistanê ji bo wê bibin sponsor û piştgir da ku karibe vê xizmeta xwe ya ji bo zarokên Kurd bidomîne.


