Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak li bajarê Torînoyê yê Îtalyayê bi Îlham Ehmedê re civiya.
Hevdîtin di çarçoveya konferansa "Perspektîveke ji bo Aştiyê ya li Rojhilata Navîn" de hat kirin.
Bucakê li ser hesabê xwe yê Xê wêneya xwe û Îlham Ehmedê parve kir û ragihand ku ew beşdarî konferansa li Torînoyê bûne.
Nîqaşên li ser aştiya Rojhilata Navîn
Konferans ji aliyê Şaredariya Torînoyê, Komîteya Mafên Mirovan a Herêmî û Rêveberiya Herêmî ya Piemonteyê ve hat lidarxistin.
Her wiha Weqfa Banka Teserûfê ya Torînoyê jî piştgirî da konferansê.
Di konferansê de mijarên wekî aştiya li Rojhilata Navîn û civaka demokratîk hatin gotûbêjkirin.
Her wiha xurtkirina îradeya gelan a ji bo jiyaneke azad, wekhev û bihevrejiyanê hat nirxandin.
"Ji bo paşeroja aştiyê nêrîneke hevpar"
Serra Bucakê diyar kir ku ev konferans ji bo pêşxistina nêrîneke hevpar a paşeroja aştiyê û xurtkirina piştevaniya di navbera gelan de gelekî girîng e.
Serra Bucakê di parvekirina xwe de ev tişt anîn zimên:
"Em li bajarê Torînoyê yê Îtalyayê beşdarî konferansa 'Perspektîfeke ji bo Aştiyê ya li Rojhilata Navîn' bûn.
Di vê konferansê de li ser aştiya li Rojhilata Navîn, civaka demokratîk û xurtkirina îradeya gelan nîqaşên girîng hatin kirin.
Gel dixwazin bi awayekî azad û wekhev bi hev re bijîn.
Em vê hevdîtinê ji bo pêşxistina nêrîneke hevpar a paşeroja aştiyê gelekî girîng dibînin.
Her wiha ji bo xurtkirina piştevaniya di navbera gelan de jî girîng e.
Hevdîtineke xweş bi Rêzdar Îlham Ehmedê re."



