Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylorê got ku divê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rêya dan û standinan werin çareserkirin, ne bi biryar û hêzê.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad jî hişyarî da ku zêdebûna van aloziyan metirsiya nearamiyê û pevçûnan çêdike.
Hevseroka Mêzgerda Azadiya Olî ya Navneteweyî jî xwest ku Washington statuya Herêma Kurdistanê biparêze.
Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylorê li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.
Taylorê ragihand ku ji ber daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên li ser bicihanîna hêzên ewlehiyê yên federal li sînorên Kurdistanê û destdanîna ser qadên petrolê yên deverên nakok, alozî di asteke bilind de mane.
Ev gav bi hinceta rawestandina firotina rasterast a petrol û berhemên petrolê hatiye avêtin ku desthilatdarên federal wekî "qaçaxçîtî" bi nav dikin.
Bi tîrekê du nîşan ji bo Bexdayê
Taylorê diyar kir ku ev gav du armancan ji bo Bexdayê pêk tînin.
Ya yekem, rê dide Serokwezîr nîşan bide ku wî ne tenê qaçaxçîtiya petrola Şîeyan a li Curf Sexrê kiriye armanc.
Ya duyem jî, kontrola federal a li ser çavkaniyên petrol û gaza Îraqê xurttir dike.
Taylorê ragihand ku ev yek jî di çarçoveya arasteyeke giştî de ye ku ber bi desthilata zêdetir a federal û xwebirêveberiya kêmtir a Kurdistanê ve diçe.
Dîplomata berê ya Amerîkayê eşkere kir ku ji bo Kurdan metirsî gelekî mezin in û dem jî gelekî xirab e û wiha pê de çû:
"Ev îdareya niha ya Amerîkayê gelekî kêmtir piştgiriya federalîzmê dike û kêmtir amade ye ku destêwerdanê di nakokiyên navxweyî yên Îraqê de bike."
"Curf Sexr û Kurdistanê"
Taylorê tekez kir ku tevgera bi firotina petrolê re li Curf Sexrê û li Kurdistanê ne wekî hev e.
Wê ragihand ku firotina petrola Curf Sexrê dahat ji bo milîseke nêzîkî Îranê dabîn dikir ku li navxweyê Îraqê û li dijî cîranên wê êrişan dike lê Kurdistan li gorî Destûra Îraqê bi xwe herêmeke nîvserbixwe ye.
Wê amaje pê kir ku biryarên dadgehên navneteweyî û dadgehên Bexdayê kontrola Bexdayê ya li ser firotina petrolê selimandiye êê mijarên dabeşkirina dahatê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de di destûrê de bi awayekî lawaz hatine pênasekirin.
Taylorê her wiha diyar kir ku yasaya petrol û gazê ku cara yekem sala 2007an pêşkêşî parlamentoya Îraqê hatibû kirin, hîn jî nehatiye pesendkirin.
Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got ku divê ev pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rêya dan û standinan werin çareserkirin, ne bi biryarê û bê guman ne jî bi rêya hêzê.
Wê daxwaz ji serkirdeyên siyasî yên Bexdayê kir ku bala xwe bidin ser milîsan ku bi ferqeke mezin gefa herî mezin in li ser dewleta Îraqê.
Taylorê daxwaz ji Amerîkayê jî kir ku giraniya xwe ya berbiçav ji bo aramkirina rewşê û navbeynkariya ji bo çareseriyekê bi kar bîne ku hevsengiya girîng a di navbera Bexda û Hewlêrê de biparêze.
Metirsiya pevçûna Hewlêr û Bexdayê
Di heman demê de Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad li ser tora civakî ya Xê nivîsî, çend hefte piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê, pêwendiyên di navbera hikûmeta navendî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê de ketine krîzekê.
Ev krîz ji ber biryara giştgir a Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî derketiye ku dixwaze deriyên sînor ên di bin kontrola Kurdan de û qadên petrolê yên deverên nakok bixe bin desthilata federal.
Xelîlzad amaje pê kiriye ku di demekê de Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê bi lez piştgirî daye wê gavê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew biryar wekî zêdegaviya desthilata federal red kiriye û guman xistiye ser rewatiya dadgehê.
Dîplomatê berê yê Amerîkayê hişyariyê dide ku ev rûbirûbûn metirsiya nearamiyê û pevçûna di navbera Bexda û Hewlêrê de bi xwe re tîne. Ew dibêje ev yek gefê li berjewendiyên Îraqê (bi Herêma Kurdistanê ve jî), herêmê û Amerîkayê dixwe.
Ji bo rêlibergirtina tundiyê û tevliheviyê jî divê her du alî xwe ji zêdekirina aloziyan dûr bigirin.
Balyozê berê yê Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku rêya gelekî baştir di Destûra Îraqê de ye ku desthilatên taybet ên hikûmeta federal ji berpirsyariyên hevbeş û desthilatên Herêma Kurdistanê cuda dike.
Ew dibêje jî ku divê di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser nexşerêyekê ji bo bicihanîna berpirsyariyên hevbeş peymanek hebe û Amerîkaya ku di nivîsandina destûrê de alîkar bû, dikare ji bo gihîştina wê peymanê bibe alîkar.
"Komên nêzîkî Îranê hîn jî pirsgirêka sereke ya Îraqê ne"
Li aliyê din, Hevseroka Maseya Navneteweyî ya Azadiya Olî û Seroka Rêxistina Engage Your Worldê Nadine Maenzayê li ser tora civakî ya Xê nivîsî:
"Komên nêzîkî Îranê hîn jî pirsgirêka sereke ya li Îraqê ne. Bexda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike qurbanî da ku monopola desthilatê rewa bike ku tenê sûdê digihîne Îranê."
Maenza daxwazê ji Washingtonê dike ku helwesta wê hebe û dibêje:
"Divê Amerîka xwebirêveberiya Kurdan biparêze û daxwazê ji Bexdayê bike ku bala xwe dîsa bide ser gefên komên nêzîkî Îranê."
Ev hişyarî di demekê de ne ku pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser pirsa birêvebirina dosyeya petrolê, deriyên sînor û bicihanîna madeyên destûrî yên taybet bi deverên nakok di qonaxeke hestiyar re derbas dibin.
Heta niha jî her du alî li ser yasaya petrol û gazê negihîştine peymana dawî.



