کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cihê bûyerê / Wêne: AA

Cihê bûyerê / Wêne: AA

Cîhan

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir
Cîhan25-11-2026

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir

NY: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya destûrê bên çareserkirin
Cîhan24-11-2026

NY: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya destûrê bên çareserkirin

Deryaya Reş bûye rêya herî kujer: Şandina genim ji sedî 63 kêm bûye
Cîhan24-11-2026

Deryaya Reş bûye rêya herî kujer: Şandina genim ji sedî 63 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Qahîreya paytexta Misirê, li devera Weraqê ya parêzgeha Gîzayê tankereke sotemeniyê şewitî û herî kêm 31 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê da zanîn ku hejmara dawî ya kesên ku di şewatê de mirine 31 e û 21 kes jî birîndar in.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji bo hewldanên rizgarkirinê û veguhastina birîndaran 39 ambulans şandine cihê bûyerê.

Rojnameya Ehramê ragihand ku Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ferman daye dezgehên pêwendîdar ku bi lez alîkariya birîndaran û malbatên kesên mirî bikin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Misirê Xalid Ebdulxefar diyar kir ku ew rewşa tenduristiyê ya birîndaran ji nêzîk ve dişopîne û ferman daye nexweşxaneyên nêzîkî cihê bûyerê ku asta amadehiya xwe bilind bikin.

Her wiha Wezîra Hevgirtina Civakî Maya Mursiyê ferman da tîmên Heyva Sor a Misirê û Birêvebiriya Hevgirtina Civakî ya Gîzayê ku alîkariya lezgîn bigihînin kesên ku ji ber agir zerer dîtine.

Hate ragihandin ku tîmên parastina sivîlan agirê tankera ku berhemên petrolê vediguhast xistine bin kontrolê.

Hêzên ewlehiyê piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê.

Berpirsên trafîkê ji bo parastina ajokaran û rêlibergirtina qerebalixiyê rê girt û rêyên alternatîf diyar kirin.

Rayedaran da zanîn ku sedema derketina agir hîn nehatiye eşkerekirin û lêkolînên li ser bûyerê didomin.

Pirsên