کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Brîtanyayê / Wêne: Arşîv

Parlamentoya Brîtanyayê / Wêne: Arşîv

Cîhan

Parlamenterên Brîtanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da

Niyaz Mistefa

Niyaz Mistefa

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Niyaz Mistefa
Niyaz Mistefa27-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Dîplomatên Amerîkayê: Nakokiyên Bexda û Hewlêrê bi hêzê nayên çareserkirin
Cîhan27-11-2026

Dîplomatên Amerîkayê: Nakokiyên Bexda û Hewlêrê bi hêzê nayên çareserkirin

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da
Cîhan26-11-2026

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene
Cîhan26-11-2026

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Karên Kurdan a li Parlamentoya Brîtanyayê li ser zêdebûna aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de dilgiraniya xwe nîşan da.

Komê diyar kir ku gavên yekalî yên hikûmeta Îraqê metirsiya pevçûnê çêdikin û divê pirsgirêk bi diyalogê û bi rêzgirtina li destûrê werin çareserkirin.

Koma Parlamentoyê ya Karên Kurdan ku nûnerên partiyên cuda yên Parlamentoya Brîtanyayê li xwe digire, 26ê Çiriya Paşîn a 2026an daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi fermanên 24ê Çiriya Paşîn ên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hat kirin ku ji bo kontrolkirina deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê û qadên petrolê yên di bin desthilata ewlehiyê ya Kurdan de hatine dayîn.

Her wiha di wan fermanan de hinartina petrolê tenê bi rêya Wezareta Petrolê ya Îraqê ve tê sînordarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû partiyên Kurdistanî ev rêkar red kirine.

Wî zimanê tund ê ku di ragihandina biryaran de hatiye bikaranîn jî metirsiya pevçûn û rûbirûbûnê çêkiriye."

Çareserî diyalog û lihevkirin e

Parlamenterên Brîtanî tekez dikin ku Herêma Kurdistanê li gorî Destûra sala 2005an statuyeke federal a naskirî ye.

Li gorî wan, pirsgirêkên li ser petrol, dahat, gumrik û deriyên sînorî tenê bi diyalog û lihevkirinê tên çareserkirin.

Wan her wiha got, "Biryara yekalî û zimanê leşkerî kûrahiya nakokiyan zêdetir dikin û wê aramiya ku Îraqê bi zehmetî bi dest xistiye têk didin."

Partiya Karkeran: Em ji dilgiraniya hevpeymanên xwe fêm dikin

Her wiha Parlamenterê Partiya Karkeran ê Parlamentoya Brîtanyayê John Slinger li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Wî gefên ji nişka ve û bêbingeh ên Serokwezîrê Îraqê wekî "cihê dilgiraniyeke mezin û xemgîniyeke kûr" bi nav kirin.

Slinger ragihand ku ev gav gumanê dixin ser Destûra Federal a sala 2005an ku bi referandumê hatiye pejirandin û bingeha federalî û mafên Kurdan tê de hatine çespandin.

John Slinger tekez kir ku ew ji dilgiraniya kûr a hevpeymanên xwe yên li Herêma Kurdistanê têdigihîjin ji ber ku ev mijar ji bo wan "çarenivîssaz e".

Lewma wan xwest ku di navbera Bexda û Hewlêrê de demildest tenê li ser bingeha Destûra Îraqê diyalog dest pê bike.

Banga ji bo hikûmeta Brîtanyayê

Li aliyê din, Damezrînerê Navenda bipêşketina Kurdan a li Brîtanyayê Îbrahîm Doguş ji Rûdawê re axivî.

Doguş diyar kir ku divê hikûmeta Brîtanyayê giraniya xwe ya dîplomatîk bi kar bîne da ku Bexdayê teşwîq bike li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi diyalogeke cidî û avaker bike.

Doguş her wiha got ku divê Brîtanya bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo pergala federal a Îraqê û pêgeh û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê nîşan bide.

Îbrahîm Doguş ji Rûdawê re got:

"Peymaneke mayînde pêdivî bi pêbendbûna tam a bi Destûra Îraqê û bipêşketina di dosyeyên rawestiyayî de heye.

Di nav wan de bicihanîna Madeya 140î ya taybet bi herêmên nakok, pêgeha Pêşmergeyan a di çarçoveya pergala ewlehiyê ya Îraqê de û derxistina yasaya federal a petrol û gazê hene."

Metirsiya serîhildana DAIŞê

Damezrînerê Navenda Pêşketina Kurdan da zanîn ku pêdiviya hêzên federal ên Îraqê û Pêşmergeyan bi bihevguhertina zanyariyên îstîxbaratî û hevahengiyê heye, bi taybetî jî li herêmên nakok.

Li gorî gotina wî, eger aloziyên siyasî baweriyê lawaz bikin û wê hevahengiyê têk bibin, DAIŞ dikare van valahiyan ji bo xwe bi kar bîne.

Lewma ew bangî wezîrên Brîtanyayê dike ku demildest li gel Bexda û Hewlêrê bikevin ser xetê, piştgiriyê bidin nexşerêyeke demkî ya zelal a ji bo diyalogan û her du hikûmetan teşwîq bikin ku hevahengiya xwe ya ewlehiyê biparêzin.

Di dawiya daxuyaniya Koma Parlamentoyê ya Karên Kurdan de amaje bi hevbeşiya dîrokî ya Brîtanyayê ya li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û rola hêzên Pêşmerge ya di têkbirina DAIŞê de hat kirin.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku nearamiya niha derfetê ji bo serîhildana DAIŞê diafirîne.

Parlamenterên Brîtanyayê ji hikûmeta welatê xwe dixwazin ku rola navbeynkariyê bilîze.

Wan her wiha eşkere kir ku wan ji bo gotûbêjkirina helwesta Londonê ya li ser vê rewşê, xwestiye li gel Wezîrê Dewletê yê Karên Rojhilata Navîn Stephen Doughty bicivin.


Nûçeyên Têkildar

Dîplomatên Amerîkayê: Nakokiyên Bexda û Hewlêrê bi hêzê nayên çareserkirin
Cîhan27-11-2026

Dîplomatên Amerîkayê: Nakokiyên Bexda û Hewlêrê bi hêzê nayên çareserkirin

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da
Cîhan26-11-2026

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene
Cîhan26-11-2026

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Pirsên