کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

BERLÎN - Çîroka serkeftina malbateke Kurd: Ji bêbazariyê ber bi diyardeyeke torên civakî ve

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?
Cîhan21-11-2026

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû
Cîhan21-11-2026

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin
Cîhan21-11-2026

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin

Dusseldorf (Rûdaw) - Roja vekirina şaxê sêyem ê xwaringeha “Zagros”ê li Berlîna paytexta Almanyayê, rêzeke nêzîkî kîlometreyekê dirêj kolan tije kir.

Piştî ku xwediyê xwaringehê biryar da her donerekê bi sentekî bifiroşe, qerebalixiyeke mezin çêbû û polîs neçar man ji bo rêgirtina li aloziyan midaxeleyî cihê bûyerê bikin.

Çîroka vê malbata Kurd a ku ji têkçûneke bazirganî bû yek ji diyardeyên herî navdar ên medyaya civakî li Berlînê, di bernameya vê hefteyê ya “Diyaspora”yê ya Rûdawê de hat vegotin.

Hisên Hisênî yê xelkê Hewramana Rojhilatê Kurdistanê û hevjîna wî Aştî Reşîdzade, 23 sal in hevjîn in.

Ew dayîk û bavê kurek û 2 keçan in û piştî rêwîtiyeke dijwar a koçberiyê ku salekê dom kir, gihîştine Almanyayê.

Ji bêbazariya sala yekem ber bi serkeftinê ve

Destpêka karê wan li Berlînê ne hêsan bû. Hisên Hisênî vedibêje ku wan sala 2023yan yekem dikana xwe li navçeya Kreuzbergê vekiriye lê sala yekem bi temamî bêbazar bûye:

"Me salekê çi ji destê me hat kir, lê em bi ser neketin û xelk nedihatin.

Me bi xwe nan bi şêwaz û kalîteyeke bilind çêdikir; tenê pirsgirêk ew bû ku xelkê cih nedîtibû û nas nedikir."

Wê bêbazariyê hişt ku ji bo danasîna karê xwe berê xwe bidin medyaya civakî, heta ku rewş bi temamî guherî.

Hisênî dibêje:

“Bi taybetî Kurdên Almanyayê gelekî alîkar bûn û piştgiriyeke wisa dan me ku min qet bawer nedikir. Niha ji hemû bajarên Almanyayê ve Kurdistaniyên her çar parçeyan serdana me dikin.”

“Tiştê ku di dilê me de ye, li ser zimanê me ye”

Di vîdyoyên medyaya civakî de, dayîk Aştî, bav Hisên û kurê wan Muqedem bêyî ti senaryo û rolgêranê derdikevin pêşberî kamerayê.

Ew bi zelalî her tiştî li gel kiryarên xwe parve dikin; ji sedema bihabûna xwarinê bigire heta danasîna rêzeçiyayê Zagrosê ji bo şêniyên Berlînê.

Aştî Reşîdzade li ser sira vê baweriyê dibêje:

“Em wê xwarina ku bi xwe dixwin, pêşkêşî xelkê jî dikin.

Tiştê li ber kamerayê û li pişt kamerayê her yek e û bi baweriya min me ev yek selimandiye.”

Hevjînê wê Hisên jî gotina wê temam dike û dibêje:

“Tiştê ku di dilê me de ye, li ser zimanê me ye û hemû tiştên ku em pêşkêş dikin zelal û eşkere ne.”

“Ne tenê doner e, hezkirina malbatekê ye”

Ev rastgoyî û dilnizmiya wan bala pisporên xwarinê û kesayetên navdar ên Berlînê jî kişandiye. Kesayetê navdar ê medyaya civakî Jan F. Kennedy di wê baweriyê de ye ku cudahiya Zagrosê ji bi sedan xwaringehên din ên bajêr, di çîroka vê malbatê de ye û dibêje:

“Bi nêrîna min, sira serkeftina Zagrosê ew hezkirin e ku pê re ye.

Li Berlînê gelek donerên xweş hene, lê li vê derê hezkirineke wisa heye ku mirov dixwaze piştgiriya vê malbatê bike.”

Bi gotina Kennedy, kiryar di binhişê xwe de tama xwarinê bi têkoşîna vê malbata Kurd ve girê didin:

"Çîroka wan wekî gera lehengan e. Koçberiya wan, mana wan a salekê li ser rêyan û avakirina karekî wiha serkeftî li Almanyayê, dike ku her donerek û her pariyek wekî piştgiriyekê be ji bo vê malbatê."


Nûçeyên Têkildar

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?
Cîhan21-11-2026

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû
Cîhan21-11-2026

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin
Cîhan21-11-2026

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin

Pirsên