Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Junînê ya Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû.
Erdhej paytext Lîma jî di nav de li herêmên derdorê hat hîskirin.
Li gorî agahiyên destpêkê ti xisarên canî yan madî çênebûne.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 9 kîlometreyan li bakurê rojhilatê bajarokê Carhuamayoyê yê li herêma Junînê ye.
Hate zanîn ku erdhej di kûrahiya 108 kîlometreyan de rû daye û li herêma Lîmaya paytext a cîrana Junînê jî hatiye hîskirin.
Enstîtuya Neteweyî ya Parastina Sivîlan (INDECI) ragihand ku piştî erdhejê heta niha ti agahiyên li ser zererên canî yan madî nehatine ragihandin.



