کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû
Cîhan21-11-2026

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû

Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kir lê şertê xwendekaran heye
Cîhan20-11-2026

Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kir lê şertê xwendekaran heye

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin
Cîhan20-11-2026

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Balafirgeha Koln-Bonnê ya Almanyayê, dema deriyên balafirê hatin girtin û hemû hêviya mayîna li wî welatî bi dawî bû, biryara mirovî ya kaptanê balafirê çarenivîsa bavekî Kurd û kurê wî yê 7 salî guherî.

Pîlotê balafirê piştî bihîstina serpêhatiya wan birina wan red kir û ji wan re got:

"Ti carî ji bîr mekin ku Xwedê mezin e! Çenteyên xwe bibin xwarê, ez we nabim û hûn dê vegerin mala xwe."

Ev bûyera ku 3yê Çiriya Paşîn qewimî û di bernameya vê hefteyê ya "Diaspora"yê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de bi hemû hûrgiliyên xwe hat vegotin, bal kişand ser pêleke nû ya dersînorkirina penaxwazên ji Bakurê Kurdistanê ya ji Almanyayê û nîqaşên hiqûqî û mirovî yên li ser tevgerên polîsan.

Tirsa zarokê 7 salî bû rastî

Du meh bûn ku kurê 7 salî yê Îsa Seget bi dengê her otomobîleke li kolana wan diricifî û bi tirs digot, "Bavo polîs hatin, dê me bibin."

Saet 03:30î ya berbangê destpêka mehê ev tirs bû rastî.

Nêzîkî 20 polîsên Almanyayê bi amûrên şikandina deriyan bi ser mala wan de girt da ku wî bav û kurê Kurd bi zorê dersînor bikin.

Îsa Segetê ji Bakurê Kurdistanê ev 4 sal in li gel hevjîn û du zarokên xwe li Almanyayê dijî.

Her çend dadgeha destpêkê daxwaza wî red kiribe jî dosyeya wî hîn dadgeha bilind hîn biryar li ser nedaye û belgeya wî ya rawestandina demkî ya dersînorkirinê heye.

Tevî vê yekê jî beriya du mehan Daîreya Biyaniyan ji wan re ragihandibû ku ew li benda biryara dadgehê namînin.

Ji ber vê yekê hevjîn û keça wî mal bi cih hiştibû lê Îsa tenê ji bo ku kurê wî yê 7 salî ji dibistanê qut nebe, li gel wî li malê mabû.

Li ber çavên kurê wî cilên wî danîn

Dema serê sibehê zengila derî lê ket, zarok xwe avêt bin baskê bavê xwe û got, "Bavo polîs ji bo me hatin."

Piştî nîv saetekê cîranekî wan deriyê sereke ji polîsan re vekir û polîsan deriyê girtî yê qata jor di nav 5 xulekan de şikand.

Îsa dibêje, li malê û pişt re jî li Balafirgeha Koln-Bonnê, tevî ku wî tika kiriye zarokê wî bibin derve jî polîsan li ber çavên kurê wî cil û bergên wî ji ber kirine ji bo kontrolê.

Kurê wî bi girî bi Almanî hawar kiriye û gotiye:

"Wiha li bavê min mekin, tiştek pê re nîne."

Dema polîsan çakêtê zarok jî jê kiriye, bavê wî destê xwe daniye ser serê wî, rê li ber wan girtiye û gotiye:

"Ew zarok e û fêm nake, hûn çawa cilên wî datînin? Ev bêwijdanî ye."

Bi zorê xistin balafirê û ti hêvî neman

Polîsan li balafirgehê dest danî ser telefona Îsa.

Di vê navberê de kurê wî ji polîsan hêvî dikir: "Alîkariya bavê min bikin, telefona wî bidinê da ku telefonî dayîka min bike, ez dixwazim bi dayîk û xwişka xwe re biaxivim."

Saet 11:30î du polîs û bijîşkekî bav û kur xistin nav balafirê û deriyên balafirê hatin girtin.

Îsayê ku ti hêviyên wî nemabûn, serpêhatiya serdegirtina mala xwe û veqetîna ji malbata xwe ji karmendên balafirê re vegot.

Wan jî agahî da pîlotê balafirê. 5 xulek derbas nebûn deriyê balafirê vebû.

Pîlot hat ba Îsa û kurê wî û anî ziman, "Ti carî ji bîr mekin ku Xwedê mezin e, çenteyên xwe bibin xwarê, ez we nabim, hûn vedigerin mala xwe."

Civata Kurdan: Nabe ku polîs nijadperestiyê bikin

Alîkarê Serokê Civata Kurdan a Almanyayê Mehmet Tanriverdî pesnê vê helwestê dide û dibêje:

"Em spasiya wî pîlotî dikin ku cesareteke medenî nîşan da, erkê xwe yê mirovî bi cih anî û got ez van kesan bi xwe re nabim û radestî Tirkiyeyê nakim."

Tanriverdî tekez dike ku nabe zarok û dê û bav ji hev bên veqetandin û dibêje:

"Pêwîst e polîsên Almanyayê tevgerên nijadperestane nekin.

Divê li gorî mirovahî û çandê tevbigerin, ne ku bi awayekî tund û bi zorê wan ji malên wan derxînin.

Erkê herêman û wezaretên karên navxwe yên herêman e ku polîsên xwe li ser van pîvanan perwerde bikin."

Parêzer: Ev skandalek e

Parêzerê li Almanyayê Bariş Yeşîl jî bûyerê wekî "skandaleke mezin" bi nav dike û destnîşan dike ku zarok rastî travmayeke derûnî ya mezin hatiye û got:

"Zarok dê heta dawiya jiyana xwe vê bûyerê ji bîr neke."

Yeşîl dide zanîn ku li gorî xala 19an a Destûra Almanyayê, heta Dadgeha Îdarî biryarê nede kes nikare penaxwazan dersînor bike.

Her wiha veqetandina zarok ji malbata wî binpêkirina xala 6an a destûrê û Peymannameya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye.

Li gorî Yeşîl, Daîreyên Biyaniyan di bin zexta siyasî de bi sîstema "kotayê" lîsteyên dersînorkirinê ji bo Tirkiye, Îraq û Efxanistanê çêdikin "Bêyî ku bingeha yasayî ya dosyeyan kontrol bikin."

Ji ber vê yekê ew dixwaze saziyên Kurdan û parlamenterên Kurd ên li Nordrhein-Westfalenê û Parlamentoya Federal a Almanyayê bikevin dewreyê.

Li pey kurê xwe 6 kîlometreyan bezî

Êş û azara Îsa wê rojê li balafirgehê bi dawî nebû. Polîsan ew û kurê wî yê biçûk bê pere û bi telefoneke bê şarj ber bi rêyeke 4 saetan ve şandin.

Li Stasyona Navendî ya Trênan a Kolnê, kurê wî ji kêfa rizgarbûnê zûtirî bavê xwe peya bû lê derî hat girtin û trênê Îsa bir.

Îsa dibêje: "Ez wekî dîn bûbûm, min digot dê kurê min di nav mîlyonan mirovan de winda bibe."

Dema trên piştî 6 kîlometreyan sekinî, Îsa peya bû û her 6 kîlometre di nav kuçeyên Kolnê de bi bez û bê sekinandin birîn, heta ku li stasyonê kurê xwe ji dûriya 50 metreyî di destê jinekê de dît û bi qîrîna "Bavo" careke din gihîştin hev.

Nûçeyên Têkildar

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû
Cîhan21-11-2026

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû

Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kir lê şertê xwendekaran heye
Cîhan20-11-2026

Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kir lê şertê xwendekaran heye

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin
Cîhan20-11-2026

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin

Pirsên