کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Zarokekî li qada şer / Wêne: Arşîv

Zarokekî li qada şer / Wêne: Arşîv

Cîhan

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kir lê şertê xwendekaran heye
Cîhan20-11-2026

Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kir lê şertê xwendekaran heye

Li Belçîkayê rê li ber 570 koçberan hat girtin, 69 qaçaxçî hatin desteserkirin
Cîhan20-11-2026

Li Belçîkayê rê li ber 570 koçberan hat girtin, 69 qaçaxçî hatin desteserkirin

Amarên fermî: Kurdî li Fînlandayê zimanê 12emîn ê herî berbelav e
Cîhan20-11-2026

Amarên fermî: Kurdî li Fînlandayê zimanê 12emîn ê herî berbelav e

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji destpêka îsal ve li Ukraynayê rojane bi navînî 3 zarok hatine kuştin an birîndar bûne û ev jî bîlançoya herî bilind a qurbaniyan e di zêdetirî 3 salên dawî de.

Îro, Ajansa Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) belav kir ku ji meha Kanûna Paşîn a îsal ve heta Çiriya Pêşîn a îsal herî kêm 114 zarok hatine kuştin û hezar û 30 zarokên din jî birîndar bûne.

Bi vê yekê hejmara giştî ya kuştî û birîndaran digihîje zêdetirî hezar û 144 zarokan.

Berdevka UNICEFê Louise Wateridgeyê li bajarê Kievê yê Ukraynayê ragihand:

“Ev tê wê wateyê ku rojane bi navînî zêdetirî 3 zarok hatine kuştin an birîndar bûne.”

Ev hejmar tenê wan kesan li xwe digire ku ji aliyê tîmeke çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî ve li Ukraynayê hatine piştrastkirin û ev jî tê wê wateyê ku îhtimal heye amara rastîn ji wê zêdetir be.

“Zêdebûna vê hejmarê cihê dilgiraniyê ye”

Li gorî UNICEFê, tenê meha borî herî kêm 146 zarok li seranserê Ukraynayê hatine kuştin an birîndar bûne ku li gorî heman meha sala borî ji sedî 150 zêde bûye.

Rêxistinê ev rewş wekî “bilindbûneke cihê dilgiraniyê” bi nav kir.

Ajansê hişyarî da û got:

“Êrişên bi mûşek û dronan berdewama jiyana zarok û malbatan a di nava mal, dibistan û civakên wan de dixin metirsiyê.”

Li Zaporîjyayê di êrişeke li ser dibistanekê de 72 kes hatin kuştin

Li gorî rapora UNICEFê, êrişên kujer vê mehê jî berdewam kirine.

Di nav raporan de êrişa 2yê Çiriya Paşîn a li ser dibistaneke li herêma Zaporîjyayê jî hebû ku alîkariya mirovî tê de dihat kirin û di encamê de 72 kes hatin kuştin.

Êrişên li ser binesaziya enerjiyê

Berdevka UNICEFê da zanîn ku êrişên Rûsyayê yên li ser binesaziya elektrîk, av û germkirinê berdewam dikin û ev yek jiyana zarok û malbatan dijwartir dike.

Di nêzîkî 5 salên şer de, Rûsyayê bi awayekî tund tora enerjiyê ya Ukraynayê kiriye armanc.

Louise Wateridgeyê li ser vê yekê got:

“Zivistana borî pileya germahiyê daketibû biniya sifirê 20an û nêzîkî 2 milyon zarok bêav, bêelektrîk mabûn û bi sarbûnê re rû bi rû mabûn.

Pirsên