Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku li ser sînordarkirina çekên nukleer gihîştina peymanekê ya bi Çîn û Rûsyayê re dê ne hêsan be lê dîsa jî ew dixwaze dan û standinan bidomîne.
Trump her wiha eşkere kir ku di dema serdana wî de rewşa du welatiyên Amerîkayê yên ku li Çînê di girtîgehê de ne jî hatiye rojevê.
Serokê Amerîkayê piştî gera xwe ya Asyayê vegeriya Washingtona paytext. Trump li Çînê beşdarî Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya û Pasîfîkê (APEC) bûbû û di çarçoveya vê serdanê de bi Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re jî hevdîtin kiribû.
Trump di rêya vegerê de, di balafira Air Force Oneyê de bi rêya telefonê ji Reutersê re axivî û da zanîn ku bi Çîn û Rûsyayê re lihevkirina li ser sînordarkirina dualî ya çekên nukleer dê zehmet be.
Tevî vê yekê Trump piştgiriya xwe ya ji bo peymaneke bi vî rengî anî zimên û destnîşan kir ku dan û standin dê hêsan nebin:
"Ez ji vê ramanê gelekî hez dikim lê wekî serokekî, ji aliyê dan û standinan ve ev ji bo min karekî pir dijwar e."
"Devjêberdana nîvê çekên nukleer ne hêsan e"
Trump da zanîn ku Serokê Çînê Xi Jinping jî mîna wî nêzîkî fikra sînordarkirina çekên nukleer dibe lê anî zimên ku ji bo welatan zehmet e ku dev ji beşeke girîng a çekên xwe yên nukleer berdin.
Serokê Amerîkayê bi bîr xist ku nêzîkî 4 hezar çekên wan ên nukleer hene û got, "Ne hêsan e mirov bibêje 4 hezar çekên me hene û em dê dev ji nîvê wan berdin."
Trump diyar kir ku ew dê vê mijarê di rojevê de bihêlin û got, "Ji ber ku pêwîst e ev yek were kirin lê ji aliyê derûnî ve pêkanîna vê yekê zehmet e. "
Peyama kêmkirina rîskên nukleer a di civîna sêalî de
Piştî hevdîtina sêalî ya Trump, Putin û Xi Jinping daxuyaniyeke hevpar hatibû belavkirin û li ser çekên nukleer peyamên girîng hatibûn dayîn.
Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku her sê serkirdeyan ducare destnîşan kiriye ku "şerê nukleer ti carî nayê qezenckirin û divê ti carî neyê kirin."
Her sê rêberan her wiha li hev kiribû ku li ser kêmkirina rîskên nukleer û rêlibergirtina belavbûna çekên nukleer diyalogê bimeşînin.
Rewşa du welatiyên Amerîkayê yên li Çînê
Trump eşkere kir ku di serdana Çînê de rewşa du welatiyên Amerîkayê yên ku ji aliyê hikûmeta Pekînê ve hatine desteserkirin jî hatiye rojevê.
Trump da zanîn ku alîkarekî wî rewşa welatiyên Amerîkayê Youlin Chen û Min Zin ên ku bi awayekî neheq tên girtin gihandiye rayedarên Çînî.
Serokê Amerîkayê bi bîr xist ku ji Kanûna Paşîn a 2025an û vir ve ji bo berdana welatiyên Amerîkayê yên li welatên cuda hewl daye û gelek kes bi vî awayî hatine azadkirin.
Trump got, "Me azadiya gelek ji wan misoger kir. Wekî ku hûn dizanin, min ji Belarûsê û ji gelek deverên din bi sedan kes anîn."



