Hewlêr (Rûdaw) - Senatoya Amerîkayê pêşniyaryasaya desthilatên şer a ji bo sînordarkirina êrişên leşkerî yên Serok Donald Trump ên li dijî Îranê bi 51 dengan li hemberî 48 dengan red kir.
Komariyên li Senatoya Amerîkayê careke din pêşî li pêşniyaryasaya desthilatên şer girt ku armanca wê astengkirina operasyonên leşkerî yên Donald Trump ên li dijî Îranê bû.
Di dengdana li Civîna Giştî ya Senatoyê de 48 senatoran dengê erê û 51 senatoran jî dengê na da pêşniyaryasayê.
Bi vî awayî pêşniyaryasaya ku dixwest êrişên birêvebiriya Trump ên li dijî Îranê û pevçûnên bi wî welatî re bi dawî bîne nehat qebûlkirin.
3 senatorên Komarî piştgirî da pêşniyaryasayê
Senatorên Komarî yên ku piştgirî da pêşniyaryasayê Susan Collins, Lisa Murkowski û Rand Paul bûn.
Her sê senatoran wekî di dengdanên berê de berovajî helwesta giştî ya partiya xwe deng da.
John Fetterman jî bû yekane senatorê Demokrat ê ku li dijî pêşniyaryasayê deng da.
Dengdana yekem a piştî hilbijartinên navberê
Piştî hilbijartinên navberê yên Kongreyê yên 3yê Çiriya Paşîn, yekem pêşniyaryasaya desthilatên şer a li ser Îranê jî bi dengên Komariyan hat redkirin.
Li aliyê din, nîvê meha Îlonê di dengdana li Meclisa Nûneran de pêşniyaryasaya desthilatên şer bi 220 dengan li hemberî 204 dengan hatibû qebûlkirin.



