کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Komîteya Parastina Rojnamegeran xelat dan rojnamegerên şeş welatan

Namo Ebdullah

Namo Ebdullah

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Namo Ebdullah
Namo Ebdullah20-11-2026

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Nûçeyên Têkildar

Trump: Li ser çekên nukleer lihevkirina bi Çîn û Rûsyayê re ne hêsan e
Cîhan20-11-2026

Trump: Li ser çekên nukleer lihevkirina bi Çîn û Rûsyayê re ne hêsan e

Parlamentoya Danîmarkayê peymana bi Amerîka û Greenlandê re pesend kir
Cîhan20-11-2026

Parlamentoya Danîmarkayê peymana bi Amerîka û Greenlandê re pesend kir

Senatoyê biryar da: Trump dê karibe êrişên li Îranê bidomîne
Cîhan20-11-2026

Senatoyê biryar da: Trump dê karibe êrişên li Îranê bidomîne

New York (Rûdaw) - Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) li New Yorkê xelat da rojnamegerên şeş welatan.

Yek ji wan rojnamegeran wênegira Libnanî ya Ajansa AFPyê Christina Assi ye.

Sê sal berê, dema ku li ser sînorê Libnan û Îsraîlê wêne digirtin, ew ber êrişeke Îsraîlê ket û lingekî xwe ji dest da.

Di heman êrişê de hevalê wê yê rojnamegerê Reutersê Îsam Ebdullah hat kuştin.

Rojnamegera AFPyê Christina Assiyê ji Rûdawê re got:

“Ji aliyê teknîkî ve, wekî Libnanî, rêya me ya ji bo gihîştina dadperweriyê yan her rêyeke yasayî gelekî aloz e.

Yekem, wekî min berê jî got, Libnan û Îsraîl ne endamên Peymana Romayê yan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ne, ev jî tomarkirina giliyî gelekî aloz dike.

Her wiha ji ber ku em hîn nizanin ew leşker kî bû yan ew zincîreya fermandariyê kî bûn ku ew kar li hemberî me kir, em nikarin bi rastî li dijî hemû welatî gilî tomar bikin, wekî din dê tenê karekî sembolîk be.

Ji ber vê yekê heta niha em tenê li bendê ne ku tiştek di lêkolînê de derkeve holê da ku herî kêm em nav an nasnameya wî leşkerî bizanibin ku ew kar li hemberî me kir, ji bo ku piştre em karibin giliyekî yan dozeke yasayî tomar bikin.”

Christina Assiyê li ser pirsa Rûdawê ya “Hêviya te heye ku tiştek derkeve holê?” got:

“Ez bi hêvî me, bê guman. Lê pêwîst e em careke din lêkolînê ji nû ve vekin û pêwîstiya me bi piştgiriya hemû rojnamegeran heye.”

Lêkolerên serbixwe dibêjin ku êriş bi mebest bûye. Îsraîl dibêje ku ew li ser êrişê lêkolînê dike lê hîn encamên wê belav nekirine.

Szabolcs Panyi: Bandora Rûsyayê ya li Hengaryayê eşkere kir

Yekî din ji rojnamegeran Ewropî ye.

Wî di raporên xwe de bandora kûr a Rûsyayê ya li ser welatê xwe Hengaryayê eşkere kir.

Rojnamegerê Hengaryayî di bersiva pirseke Rûdawê de behsa lêkolîneke neragihandî ya hikûmeta nû ya welatê xwe dike.

Rojnamegerê Hengaryayî Szabolcs Panyi ji Rûdawê re got:

“Li gorî tiştê ku ez dizanim, hikûmeta nû ya Hengaryayê li ser desttêkelkirina rejîma Orban a li gel Rûsyayê û her wiha li ser wan destdirêjiyên ku dezgehên îstixbaratê li hemberî rojnamegeran kirine lêkolînê dike.

Lê belê ev lêkolîn hîn negihîştine wê qonaxê ku bên eşkerekirin. Ango hîn lêkolînên navxweyî û nihênî yên ewlehiya niştimanî ne.”

Carlos Dada: Çîroka ji El Salvadorê

Li Amerîkaya Latîn jî CPJ rojnamegerekî El Salvadorê xelat kir.

Medya gelek caran Serokê El Salvadorê Nayib Bukele bi wê yekê didin nasîn ku aramî vegerandiye welatê xwe lê ev rojnameger çîrokeke din vedibêje.

Rojnamegerê El Salvadorî Carlos Dada ji Rûdawê re got:

“Niha tenê welatekî bê mafya ye. Lê tiştê ku ew gelekî neewle kiriye ew e ku niha polîsek dikare bêyî fermana dadwerî te desteser bike û çend salan te bixe zindanê. Mafê te yê rêkarên yasayî yên rast nîne.”

Rojnamegerên ku nikarin beşdar bibin û bîlançoya 2025an

Rojnamegerekî din Kolombiyayî ye.

Wî li Amerîkayê li ser operasyonên polîsê koçberiyê yê Amerîkayê (ICE) yên li dijî koçberan rapor amade dikirin û piştre heman polîsî ew desteser kir.

Lê hinek ji rojnamegeran nikarin şeva xelatdayînê ji bo wergirtina xelatên xwe herin New Yorkê.

Yek ji wan di girtîgeheke Myanmarê de ye. Yê din jî komeke 16 rojnamegerên Erîtreyî ne.

Erîtreyê ev 25 sal in hinek ji wan girtine û kes nizane bê sax in yan na.

CPJ dibêje ku sala 2025an ji bo rojnamegeran sala herî xwînî bû û 129 rojnameger û karmendên medyayê mirin.

Pirsên