Hewlêr (Rûdaw) - Bi beşdariya şandeya jinan a Herêma Kurdistanê, Foruma 5emîn a Navneteweyî ya bi navê "Jinên Hezarsala Sêyem" li Rûsyayê dest pê kir û dê 2 rojan berdewam bike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Rûsyayê da zanîn ku di gotara Kurdistanê de behsa girîngiya rola jinan a di parastin û siyasetê de hatiye kirin.
Forumê îro li Moskowa paytexta Rûsyayê dest pê kir û nûnerên 50 welatan beşdar dibin.
Ji Herêma Kurdistanê şandeyek beşdar e ku ji Birêvebirê Giştî ya Kar û Barên Jinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Xanzad Ehmed û Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Zêba Tehayê pêk tê.
Şande bi hevahengiya bi Berpirsê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Rûsyayê Dr. Daner Ebubekir re beşdarî forumê dibe.
Dr. Daner Ebubekir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Beşdariya şandeya Herêma Kurdistanê ya forumê gelekî girîng e çimkî ji bilî beşdariyê, ew dê ji nêzîk ve bi şandeyên jinan û berpirsên welatên beşdar re hevdîtinên taybet bikin."
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Rûsyayê destnîşan kir ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê girîngiyeke taybet daye şandeya Herêma Kurdistanê û pê de çû:
"Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi xwe ji bo hatina wan hevahengî kiriye û vîze ji bo wan dabîn kiriye.
Ev car yekem e ku şandeyeke jinan bi awayekî fermî ji Herêma Kurdistanê tê Rûsyayê."
Şandeya Herêma Kurdistanê bi Alaya Kurdistanê beşdarî forumê bûye.
Dr. Daner Ebubekir li ser beşdariya wan her wiha anî zimên:
"Şandeyên welatan şandeya Kurdistanê pêşwazî kir.
Şandeya Herêma Kurdistanê xwedî gotareke taybet bû.
Her wiha sibe di çarçoveya forumê de dê ji bo şandeya Herêma Kurdistanê û şandeyên welatan hevdîtinên taybet werin lidarxistin."
Pêşangeha wêneyan a şêwekarekî ciwan ê Kurd hat vekirin
Şandeya Herêma Kurdistanê di forumê de ji bo tabloyên ciwanê şêwekar ê Kurdên Sovyetê Norîk Mosoyan pêşangeheke şêwekariyê vekir.
Her wiha gotara Herêma Kurdistanê ji aliyê Dr. Xanzad Ehmedê ve hat pêşkêşkirin.
Dr. Xanzad Ehmedê di axaftina xwe de behsa rola girîng a jinên Kurd a di jiyana civakî, parastin, siyasî û aborî ya di civaka Kurdî de kir.



