Hewlêr (Rûdaw) - Li Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rewşa mirovî, ewlehî û siyasî ya Sûriyeyê û mafên Kurdan hatin gotûbêjkirin.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Claudio Cordone diyar kir ku divê nûnertiya Kurdan a di nav saziyên dewletê de û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê were misogerkirin.
Cordone di civînê de bal kişand ser entegrasyona hêzên Kurdan û got:
"Bicihkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn, bi erkdarkirina endamên berê yên HSDyê ya ji bo hinek karên ewlehiyê didome.
Ji bo misogerkirina cihgirtina wan a di nav saziyan de dan û standin hatin kirin. Ev gavên erênî ne lê mayîndebûna peymanê bi wê yekê ve girêdayî ye ku beşdarî û nûnertiya Kurdan di nav dewletê de bê misogerkirin."
Claudio Cordone her wiha destnîşan kir ku divê mafên wan ên perwerde û zimanî jî bên dabînkirin û pê de çû, "Di vî warî de pêwîstiya me bi dan û standinên zêdetir heye."
Nûnertiya jinan a di Sûriyeya nû de
Her di vê civînê de hat xwestin ku di Sûriyeya nû de nûnertiya jinan a di peywirên hikûmetê de û parastina mafên wan bên misogerkirin.
Nûnera Daîmî ya Letonyayê ya li NYyê Sanita Pavluta-Deslandes derbarê rola jinan wiha axivî:
"Di pêvajoya biryardanê de û di hemû astên desthilatdariya Sûriyeyê de, di nav de hikûmeta veguhêz û Encûmena Gel, beşdariya wekhev, tam, çalak û ewle ya jinan xwedî girîngiyeke mezin e."
Pavluta-Deslandesê her wiha bangî desthilatdarên Şamê kir û got:
"Em bang li hikûmeta Sûriyeyê dikin ku xebatên xwe bidomîne da ku rêjeya ji sedî 30î ya beşdariya jinan a di desteyên veguhêz de zêde bike.
Bi taybetî jî di Komîteya Amadekar a Diyaloga Niştimanî, Komîteya Nivîsandina Destûrê, Komîteya Niştimanî ya Dadweriya Veguhêz û Komîteya Niştimanî ya ji bo Windayan de divê ev rêje were parastin."
Rewşa mirovî û kêmasiya alîkariyan
Li aliyê din, li ser rewşa mirovî ya li wî welatî, Alîkarê Koordînatorê Alîkariyên Awarte yê NYyê hişyarî da û diyar kir ku rewş her ku diçe girantir dibe.
Wî da zanîn ku pêdiviya 2 milyon û 400 hezar kesî bi alîkariyê heye û anî zimên:
"Demsala zivistanê tê lê piştgiriya darayî ya pêwîst hîn bi tevahî nehatiye komkirin. Heta niha tenê ji sedî 40î yê wê hatiye bidestxistin."



