Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya barhilgir a bi navê "BETUL 8" a bi ala Somaliyê, li Deryaya Reş di qada aborî ya taybet a Bulgaristanê de piştî teqînekê bin av bû.
12 karkerên ku di keştiyê de bûn hatin rizgarkirin.
Hat diyarkirin ku di keştiyê de 8 welatiyên Tirkiyeyê û 4 welatiyên Azerbeycanê hebûn û keştî nêzîkî 3 ton genim ji Romanyayê dibir Misirê.
Karmendên keştiyê bi hevahengiya rayedarên Tirk û Bulgaran bi rêya helîkopterê hatin rizgarkirin.
Wezareta Veguhastinê ya Bulgaristanê ragihand ku ji keştiya ku bin av dibû sînyala alîkariya lezgîn hatiye standin û piştî bûyerê wan li herêmê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di keştiyê de 12 kes hebûn û ji ber sedemeke nediyar teqînek çêbûye.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin
Ji Koma Erka Tedbîrên Li Dijî Mayînan a Deryaya Reş (MCM Black Sea) 4 keştiyên leşkerî û 2 helîkopterên cureyê Cougarê şandin herêmê.
Balafireke şer a Su-25 a Hêzên Hewayî yên Bulgaristanê jî piştgirî da xebatan.
Sedema teqînê tê lêkolînkirin
Lêkolîna li ser sedema teqînê berdewam dike.
Îhtimal heye ku mayîneke deryayî ketibe yan jî ji ber êrişeke bi dronê rû dabe.
Ev bûyer piştî wê yekê çêbû ku di hefteyên dawî de li beravên Bulgaristan û Romanyayê gelek êrişên bi dronan keştî kiribûn armanc û di encamê de hinek kes miribûn.
Hat ragihandin ku keştî li ser şirketa Optimus Marineê ya bi navenda Giravên Marshallê tomarkirî ye û ji aliyê heman şirketê ve tê xebitandin.



