Hewlêr (Rûdaw) - Balafira rêwiyan a elektrîkî CE-25A ku berhema navxweyî ya Çînê ye, cara yekem bi pîlot hat ceribandin û firîna wê bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Şirketa Balafirên Bazirganî ya Çînê (COMAC) ragihand ku di dema firîna balafira bi kapasîteya 19 rêwiyan de hemû pîvanên performansê wekî ku dihat çaverêkirin serkeftî bûn.
“Sîstemên balafirê bi awayekî asayî xebitîn”
Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Çînê, balafira elektrîkî CE-25A li bajarê Binzhouyê yê parêzgeha Shandongê yekem car bi pîlot hat ceribandin.
Di balafirê de du pîlotan û endezyarekî hewavaniyê cih girt.
COMACê da zanîn ku di dema ceribandinê de sîstemên balafirê bi awayekî asayî xebitîne û encamên teknîkî bi temamî serkeftî bûne.
Taybetmendiyên teknîkî yên balafirê
Balafira CE-25A wekî yekem balafira rêwiyan a elektrîkî ya xwemalî ya Çînê tê naskirin.
Ev balafir ji aliyê COMAC, şirketa Çînî ya bataryayan CATL, Zanîngeha Jiao Tong a Shanghaiyê û hevparên din ên projeyê ve hatiye pêşxistin.
Balafira ku ji bo geştên navbera bajaran hatiye sêwirandin, bi van taybetmendiyên xwe yên teknîkî balê dikişîne:
· Kapasîteya rêwiyan: 19 kes
· Giraniya hilfirînê: Herî zêde 10 ton
· Leza firînê: Di saetekê de 300 kîlometre
· Bilindahiya firînê: 2 hezar û 400 metre
· Menzîla firînê: 400 kîlometre
· Berê 19 caran bêpîlot firiyabû
Beriya niha, 2yê Sibatê firîna yekem a ceribandinê ya CE-25Ayê ya bêpîlot hatibû kirin û piştî wê jî balafir 19 caran bêyî pîlot (bi awayekî otonom) firiyabû.
Her wiha Birêvebiriya Hewavaniya Sivîl a Çînê jî serlêdana bawernameya (sertîfîkaya) guncawbûna firînê ya vê balafirê qebûl kiribû.



