Hewlêr (Rûdaw) - Balafirgeha Navneteweyî ya Dallas Love Fieldê ya li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê, ji ber gefa bombeyê ji bo hemû geştên çûn û hatinê hat girtin.
Birêvebiriya Federal a Hewavaniyê ya Amerîkayê (FAA) ragihand ku biryara girtina balafirgehê saet 20:29an bi dema Washingtonê (saet 03:29an bi dema Hewlêrê) ketiye meriyetê.
Hemû geştên asmanî yên ku ber bi vê balafirgehê ve diçûn, ber bi balafirgehên din ên herêma Dallasê ve hat guhertin.
Li gorî medyaya Amerîkayê, di tomarkirineke dengî ya birca kontrola trafîka asmanî de ji pîlotan re hatiye gotin:
"Birca Love balafirgehê digire, ez bawer im gefa bombeyê yan jî tiştekî bi vî rengî heye."
Hêzên ewlehiyê yên xwecihî, yên eyaletê û yên federal piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolîn û kontrolan kir lê belê rayedaran heta niha hûrgiliyên li ser vê gefê piştrast nekirine.
Hişyarî ji rêwiyan re hat dayîn
Li gorî agahdariya FAAyê, biryara girtina balafirgehê dê heta saet 06:00an a sibeha yekşemê bi dema Washingtonê (saet 13:00an a heman rojê bi dema Hewlêrê) berdewam bike.
Lê belê îhtimal heye ku piştî piştrastbûna hêzên ewlehiyê ji rewşa balafirgehê, derî zûtir werin vekirin.
Her wiha ji rêwiyan hat xwestin ku ji bo hînbûna rewşa geştên xwe pêwendiyê bi şirketên xwe yên asmanî re deynin.
Gefa li ser vê balafirgehê di demekê de ye ku ji destpêka meha Çiriya Paşîn ve, bi dehan gefên heman rengî li Ewropayê jî arasteyî balafirgeh, geştên asmanî û navendên medyayê hatine kirin.



