Hewlêr (Rûdaw) - Yasaya erêkirina "Peymana Parastina Hevbeş a Mekeyê" ya di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî de di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.
Li gorî peymanê, eger ji derve êrişeke bi çekan li dijî yek ji wan welatan pêk bê, ev êriş dê wekî ku li dijî her sê aliyan hatiye kirin bê dîtin.
Yasaya bi hejmara 7597an ku ji 14ê Çiriya Paşîn ve ketiye meriyetê, armanc dike ku pêwendiyên her sê welatan ên di warê parastin, ewlehî, îstixbarat û pîşesaziya parastinê de bihêztir bike.
Ji bo hevkariyên Tirkiyeyê yên di warê parastin û ewlehiyê de pêngaveke nû û girîng hat avêtin.
Yasaya erêkirina Peymana Parastina Hevbeş ku 7ê Tebaxê li Mekeyê di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hatibû îmzekirin, di hejmara 33430î ya Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.
Ev yasa 5ê Çiriya Paşîn li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû pejirandin û bi vê yekê re pêvajoya pesendkirina yasayî ya vê mekanîzmaya parastina hevbeş li Tirkiyeyê bi dawî bû.
Êrişa li ser yekî dê wekî êrişa li ser her sê welatan bê dîtin
Xala herî balkêş a peymanê ew e ku eger ji derve êrişeke bi çekan li dijî yek ji aliyan pêk bê, dê ev wekî êrişeke li ser hemû aliyan bê hesibandin.
Li gorî xala duyem a peymanê, eger Tirkiye, Pakistan an jî Erebistana Siûdî ji aliyê welatekî din an komeke welatan ve rastî êrişeke bi çekan bên, dê her du welatên din alîkariya welatê ku rastî êrişê hatiye bikin.
Di vê çarçoveyê de tê pêşbînîkirin ku derfet û şiyanên leşkerî jî bên bikaranîn lê di hincetnameya peymanê de tê diyarkirin ku xala parastina hevbeş dê bixweber nekeve dewrê.
Ew tedbîrên ku dê bên wergirtin, dê bi şêwir û lihevkirina navbera aliyan bi xwe diyar bibin.
Her wiha çarçoveya piştgiriya leşkerî jî dê li gorî berpirsyariyên destûrî û yasayên neteweyî yên her welatekî bê nirxandin.
Di pîşesaziya parastinê de hilberîna hevbeş
Peymana Mekeyê li dijî êrişên leşkerî ne ku tenê gaveke hevpar bi rê dixe, di heman demê de armanc dike ku hevkariya her sê welatan a di pîşesaziya parastinê de kûrtir bike.
Di çarçoveya peymanê de tê plankirin ku hilberîna hevbeş, bipêşxistina teknolojiyên parastinê, xebatên lêkolîn û bipêşxistinê (Ar-Ge), perwerdeyên leşkerî û tetbîqatên hevbeş werin kirin.
Her wiha armanc ew e ku alî bêhtir agahiyên îstixbaratî parve bikin, hêzên wan bikarin baştir bi hev re tevbigerin û di qada lojîstîka leşkerî de hevahengiyekê ava bikin.
Komîteya Parastina Hevbeş hat avakirin
Li gorî peymanê "Komîteya Siyasî û Parastinê ya Stratejîk" hat avakirin û vê komîteyê civîna xwe ya yekem 31ê Tebaxê li Stenbolê li dar xistibû.
Wezîrên karên derve, wezîrên parastinê û sererkanên giştî yên her sê welatan beşdarî wê civînê bûbûn.
Ji bo piştgiriya xebatên komîteyê biryar hatibû dayîn ku li Erebistana Siûdî sekreteriyek bê avakirin.
Armanc ew e ku ev mekanîzma hevahengiya leşkerî ya di navbera her sê welatan de û pêvajoyên biryardanê bi rê ve bibe.
Di 10 salên yekem de vekişîn nîne
Xala 16an a Peymana Mekeyê mercên vekişîna ji peymanê destnîşan dike.
Li gorî vê yekê, peyman dê heta demeke nediyar di meriyetê de bimîne.
Alî ji dîroka destpêkirina peymanê pê ve heta 10 salan nikarin jê vekişin.
Piştî vê dema 10 salî, kîjan welat bixwaze ji peymanê vekişe, divê biryara xwe herî kêm sê meh berê bi rêya dîplomatîk û bi awayekî nivîskî ji aliyên din re ragihîne.
Li Parlamentoyê bi 279 dengan hat pejirandin
Pêşniyaryasaya li ser peymana parastina hevbeş a di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî de, 5ê Çiriya Paşîn li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû gotûbêjkirin.
Di dengdanê de 279 parlamenteran dengê 'erê' û 119 parlamenteran jî dengê 'na' da.
Di dema hevdîtinan de pêwendiya vê peymanê ya bi berpirsyariyên Tirkiyeyê yên ji ber endamtiya NATOyê û her wiha berpirsyariyên leşkerî yên pêkan ên di qeyranên herêmî de jî hatibûn nîqaşkirin.
Di hincetnameya yasayê de hatibû diyarkirin ku ev rêzikname berpirsyariyên Tirkiyeyê yên ji ber peymanên navneteweyî ji holê ranake û ti welatan bi taybetî nake armanc.

.webp&w=3840&q=75)

