Hewlêr (Rûdaw) - Li Spanyayê sendîkayên karkeran û sendîkayên kirêdaran piştî 14 salan ji bo çareserkirina krîza xaniyan û zêdekirina meaşan dest bi greva giştî ya 24 demjimêran kir.
Ev grev nêzîkî 19 milyon karker û karmendên di sektora giştî û taybet de li xwe digire û nîvê şevê dest pê kir.
Li stasyon û febrîqeyan rê hatin girtin
Di demjimêrên ewil ên grevê de karkeran bi taybetî li stasyonên trênê, bazarên mezin ên fêkî û sebzeyan û herêmên pîşesaziyê bi çalakiyên xwe hewl da rê li ber ketina nav stasyon û febrîqeyan bigirin.
Sendîkaya CCOOyê li ser malpera xwe sedemên grevê eşkere kirin û da zanîn:
"Pirsgirêk ne kêmbûna dewlemendiyê ye, belkî pirsgirêk ew e ka dewlemendî çawa tê dabeşkirin. Divê şirket, rêxistinên kar, birêvebariyên xwecihî û hikûmet bikevin nava liv û tevgerê."
UGT: Ji bo meaşê bi rûmet û parastina mafê xaniyan
Sendîkaya UGTyê jî di danezana xwe de destnîşan kir:
"Ji bo mûçeyeke bi rûmet û hêsankirina bidestxistina xaniyan, ji bo parastina xizmetguzariyên giştî, dabeşkirina adil a dewlemendiyê û parastina tenduristiyê ya li cihê kar, li dijî newekheviyê divê têkoşîn hebe."
Zêdetirî 800 hunermendan piştgirî da grevê
Li aliyê din, zêdetirî 800 kesayetên navdar ên ji cîhana çand û hunerê îmzeya xwe danî binê danezana piştgiriya vê greva giştî.
Di nav van kesayetan de derhênerên fîlman Rodrigo Sorogoyen û Laura Hojman, lîstikvan û nivîskar Carlos Bardem, nivîskar Alana S. Portero, fîlozof Paul B. Preciado û muzîkjen Nacho Vegas jî cih digirin.



