Washington (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo bîranîna qurbanîdanên Hêzên Pêşmergeyan û hevkariya di navbera Amerîka û Hêzên Pêşmergeyan de, li Kongreya Amerîkayê bi navê "Parêzvanên Mirovahiyê" çalakiyeke taybet li dar xist.
Nûnerên ji çîn û pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê, siyasetmedarên Amerîkayî û karmendên endamên Kongreyê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de behsa rola Hêzên Pêşmergeyan a di têkoşîna li dijî DAIŞê de û girîngiya xebatên hevpar ên bi Amerîkayê re hat kirin.
Sê armancên çalakiyê hene
Nûnera Amerîkayê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Xunav Emînê diyar kir ku çalakî ji bo sê armancên bingehîn hatiye lidarxistin.
Xunav Emînê anî zimên ku Hêzên Pêşmergeyan li gel hêzên Amerîkayê di têkoşîna li dijî DAIŞê de roleke girîng lîstiye û wiha axivî:
"Em wekî nûnertiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xebat û çalakiyên xwe bê navber didomînin.
Vê carê li cihekî wiha girîng, me dît ku lidarxistina çalakiyekê baş e ku em karibin li ser wêrekî û rola Pêşmergeyan biaxivin.
Sernavê çalakiya me balê dikişîne ser parêzvanên Kurdistanê.
Sê armancên vê çalakiyê hene. Di rêza yekem de em qala rola Pêşmergeyan dikin.
Pêşmerge û hêzên Amerîkayê bi hev re tevdigeriyan û wan terorîstên DAIŞê yên herî mezin têk birin û welatê me ji terorîstên DAIŞê parast."
"Divê Amerîka piştgiriya xwe bidomîne"
Xunav Emînê bal kişand ser metirsiya DAIŞê û wiha pê de çû:
"Her wiha bi vê çalakiyê em dixwazin nîşanî Amerîkayê bidin ku DAIŞ hîn jî heye û bihêztir bûye, lawaz nebûye.
Ji ber vê yekê em dixwazin ku welatekî wekî Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmergeyan bidomîne."
“Wan mil bi mil şer kir”
Namzedê Komariyan ê Kongreyê ji Eyaleta Marylandê ya Amerîkayê Dave Wallace jî bal kişand ser têkoşîna Hêzên Pêşmergeyan a li gel leşkerên Amerîkayê.
Wallace di axaftina xwe ya li çalakiyê de wiha got:
"Li ser navê welatiyên Amerîkayê ez gelekî kêfxweş im ku min şerefa axaftina li vir heye.
Em dibînin ku birayên me yên Kurd ên hêja, Hêzên Pêşmergeyan çawa li gel Hêzên Çekdar ên Amerîkayê mil bi mil şer kir, bi taybetî jî di şerê li dijî DAIŞê û pevçûnên cuda de."
Girîngiya parastina mafên Kurdan
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Trîfe Ezîzê jî diyar kir, divê parastina mafên Kurdan û xebatên hişmendiya li ser Kurdan li Kongreya Amerîkayê berdewam bikin.
Trîfe Ezîzê spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir ku ev çalakî saz kiriye û got:
"Gelekî girîng e ku em mafên Kurdan biparêzin û li Kongreya Amerîkayê xebatên hişmendiya li ser Kurdan bidomînin.
Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dikin ku ev merasîm ji bo bîranîn û rêzgirtina leşkerên Amerîkayê û Hêzên Pêşmergeyan li dar xistiye.
Bi dîtina min, him ji aliyê demê ve û him jî ji aliyê rewşa ewlehiyê ya niha ya Kurdistanê ve, guncav û girîng e ku ev çalakî li Kongreya Amerîkayê berdewam bikin."



