New York (Rûdaw) - Çalakvana Kurd a Êzidî û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiya Muradê li Neteweyên Yekbûyî pirtûka xwe ya nû da nasîn û got, “Em nikarin pêşerojê biguherin lê em dikarin paşerojê ronî bikin.”
Ji bo danasîn û îmzekirina pirtûka nû ya Nadiya Muradê li Neteweyên Yekbûyî merasîmek hat lidarxistin.
Lîstikvana xwediya Xelata Oscarê Mira Sorvinoyê ji Rûdawê re axivî û got, "Ew wekî qeqnusekê ji nav xweliya xwe rabûye. Bi rastî jî cihê sosretê ye bê çawa bûye mînakeke geş a şiyana rihê mirov."
Ev lîstikvana navdar qala Nadiya Muradê dike.
Nadiya Muradê qala jiyana xwe kir û got, "Mirov her tim digihîje xalekê ku divê jiyana xwe ji nû ve ava bike.
Çimkî mirov têdigihîje ku nikare pêşerojê biguhere lê mirov tim dikare paşerojê hinekî ronîtir bike."
Lê belê dema ku me li ser berdewamiya azarên gelê wê pirs jê kirin, wê bi eşkereyî bersiv da.
"Pirsgirêka Êzidiyan ne pêşîneya wan e"
Nadiya Muradê li ser pirsa "12 sal di ser wê jenosîda ku bi serê Êzidiyan de hat re derbas bûn. Tu dikarî ji me re bibêjî çima Kurdên Êzidî hîn jî koçber in û heta niha nekarîne vegerin cihên xwe?" wiha got:
"Bi dîtina min ev yek ji bo wan (Hewlêr û Bexda) nebûye pêşîneyek. Her carê ez diçim cem wan û bi wan re diaxivim, her tim nakokî hene."
“Pêwîst e em bi hev re bijîn”
Balyozê Îraqê jî di salonê de amade bû.
Balyozê Îraqê yê li Neteweyên Yekbûyî Luqman Feylî got, "Girîng e ku em di çarçoveya peyama Nadiyayê de li cihêrengiya Îraqê têbigihîjin. Îraq ji aliyê çandî ve welatekî gelekî dewlemend e.
Pêwîst e em bi hev re bijîn, pêwîst e em bi hev re bixebitin, pêwîst e em hev biparêzin û derfetê bidin hevdû."
Bandora Nadiyayê ya li ser cîhanê
Hinek ji amadebûyan nîşaneya wê bandorê bûn ku Nadiya Muradê li cîhanê hiştiye.
Karmenda Nûnertiya Awisturyayê ya li Neteweyên Yekbûyî Diana Mirzayiyê ji Rûdawê re got, "Ew yek ji wan sedeman bû ku hişt ez li Neteweyên Yekbûyî bixebitim."
Balyoza Brîtanyayê ya li Neteweyên Yekbûyî Sarah MacIntoshê jî anî zimên, "Çîroka Nadiyayê ne tenê li ser wan tiştan e ku ji wê hatine standin. Her wiha li ser hemû wan tiştan e ku wê biryar daye careke din bi dest bixe."
Nadiya mînakeke diyar e ji bo wê şiyana bêhempa ya mirov ku dikare piştî karesatekê ji nû ve rabe ser pêyan.



