Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku ji bo yekalîkirina şerê li Îranê, li gorî şerê li Îraqê yê serdema serokê berê George W. Bush, dem û çavkaniyên gelekî kêmtir ji wan re pêwîst bûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê bersiva wan rexneyan da ku li ser lêçûnên şerê li Îranê li îdareya wî tên girtin.
Trump di parvekirina xwe de diyar kir ku Cîgirê berê yê Serokê Amerîkayê Dick Cheney di serdema Bush de ji bo şerê li Îraqê gotibû:
"Sedam gef e. Pêdiviya min bi 170 hezar leşkeran û 8 salan heye."
Trump destnîşan kir ku tevî vê yekê jî di wî şerî de nêzîkî 4 hezar û 400 welatî û leşkerên Amerîkî hatin kuştin.
Dick Cheney yek ji wan kesayetên Amerîkî bû ku ji bo êrişkirina ser Îraqê herî zêde zext li George W. Bush dikir û wekî piştgirê sereke yê wî şerî dihat naskirin.
Trump her wiha anî zimên ku wî jî heman tişt gotiye ku "Ayetullah Xamineyî gef e" lê ji bo jiholêrakirina wî gelekî kêm dem û çavkanî pêwîst bûn.
Trump got ku ji bo kuştina Xamineyî "tenê 12 demjimêr û 900 mûşek pêwîst bûn."
Şerê li Îraqê û operasyona li Îranê
Hêzên Amerîkayê 20ê Adara 2003yan derbasî nav axa Îraqê bûn û heta sala 2011ê li wir man.
Hêzên Amerîkayê sala 2014an ji bo şerê li dijî DAIŞê careke din vegeriyan Îraqê û meha Îlona îsal erkê wan ê leşkerî bi dawî hat.
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata 2026an êrişî Îranê kir û Tehranê jî bi avêtina mûşekan ber bi Tel Evîv û welatên cîran bersiv da.
Di roja yekem a şer de Amerîka û Îsraîlê mala Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî bombebaran kir û ew kuşt.
Zererên Amerîkayê yên di şer de
Trump di daxuyaniya xwe de behsa wan zererên aborî û canî nekir ku di şerê li Îranê de gihîştine welatê wî.
Li gorî berpirsên Amerîkî, di şerê li Îranê de herî kêm 47 milyar dolar hatine xerckirin.
Her wiha di wî şerî de 21 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û nêzîkî 900 leşker jî birîndar bûne.
.webp&w=3840&q=75)


