Washington (Rûdaw) - Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriyê didin Herêma Kurdistaneke bihêz û xweragir.
Berdevkî destnîşan kir ku ew ji hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwazin ku saziyên xwe bi awayekî zû û avakar bihêztir bikin.
Piştî zêdetirî du salan, çarşema borî Parlamentoya Kurdistanê civiya.
Heman rojê Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde, li ser wê civînê pirsek ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re kir.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro pirsa Diyar Kurde bersivand.
"Kurdistaneke xweragir stûneke bingehîn e"
Berdevkê wezaretê di bersiva xwe de got:
"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriyê dide Herêma Kurdistaneke bihêz û xweragir a di nav Îraqê de.
Ev yek wekî stûneke bingehîn a pêwendiyên berfireh ên di navbera Amerîka û Îraqê de dimîne."
Berdevkî di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku bi lez û bi nêzîkatiyeke avakar, li ser wan mijaran kar bikin ku saziyên Herêma Kurdistanê bihêztir dikin."
Her wiha wî berdevkî bal kişand ser hevkariya bi Îraqê re û got:
"Amerîka pêbendî hevkarên xwe yên li seranserê Îraqê ye ku ji bo avakirina welatekî xwedî serwerî, aram û pêşketî dixebitin."



