Moskow (Rûdaw) - Roja pêncşemê di Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku Moskow li ser vebijêrkên çareseriyeke aştiyane ya ji bo şerê li Ukraynayê dixebite.
Beriya niha pisporên leşkerî pêşbînî kiribû ku Rûsya dikare beriya hilbijartinên Kongreya Amerîkayê yên 3yê Çiriya Paşîn, bi Ukraynayê re agirbesteke demkî ragihîne.
Serokê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Dûmaya Rûsyayê Peter Tolstoy li ser egera çareseriyê got:
“Rûsya ji bo gotûbêjkirina rêyên çareseriyê vekirî ye lê divê çareserî mayînde û misoger be.
Ne ji bo agirbesteke rojekê yan jî ji bo çareseriyeke mirovî ya mîna ya li Alyoşkayê.
Divê ji bo çareseriyeke ku ewlehiya çend nifşên me yên paşerojê dabîn bike be.
Bê guman çareseriyên bi vî rengî hene. Loma leşker û efserên me dê xeta eniyê bigihînin heta sînorên Polonyayê.”
Agirbesta bi navbeynkariya Melania Trumpê
Sêşema borî, Rûsya û Ukraynayê li bajarokê Alyoşkayê yê li herêma Xersonê li ser agirbesteke herêmî li hev kir.
Peymana li ser vê agirbestê ji bo gihandina alîkariyên mirovî, bi navbeynkariya Melania Trumpa hevjîna Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû pêkanîn.
Parlamenterê Dûmaya Rûsyayê Vladimir Gutenev jî têkildarî mijarê wiha axivî:
“Li holê ti agirbest nînin. Tenê ji bo çareserkirina karesata mirovî ya li wî bajarokî rawestandineke herêmî ya şer heye.
Li vir ne girîng e bê ka ev yek bi destpêşxeriya Melania Trumpê yan bi ya Donald Trump bi xwe çêbûye.
Her wiha ne girîng e bê ka ev mijar bi kampanyaya hilbijartinên Kongreyê ve girêdayî ye yan na.
Ya girîng ew e ku alîkariya mirovî bigihêje mirovên me yên ku li vî bajarê aştîxwaz rastî karesatê tên.”
Tevî zimanê tund ê siyasetmedaran, gelek çavdêrên siyasî û leşkerî agirbesta herêmî ya li bajarokê Alyoşkayê wekî ronahiyeke li dawiya tunela şerê li Ukraynayê dinirxînin.
Li gorî nêrîna pisporan, ev agirbesta herêmî dikare ji bo mekanîzmayeke berfirehtir bibe ceribandineke girîng.



