Dusseldorf (Rûdaw) - Hejmareke berbiçav a Kurdên li Almanyayê bi dilgiraniyê çavdêriya xwenîşandan û aloziyên vê dawiyê yên li Fransa û welatên din ên Ewropayê dikin.
Hejmarek ji wan di daxuyaniyên xwe yên ji bo Rûdawê de tundî û şewitandina milkên giştî red dikin.
Wan hişyarî da ku ev alozî dikarin bibin derfetek ji bo bihêzbûna partiyên rastgir ên tundrew ên Almanyayê yên wekî Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD).
Her wiha bangî Kurdên diyasporayê dikin ku bi ti awayî beşdarî van xwenîşandanan nebin.
Kurdên li bajarên cuda yên Almanyayê bi liberçavgirtina tecrubeya jiyana xwe ya li wî welatî û bandora rûdanan a li ser rewşa penaberan, nêrînên xwe bi Tora Medyayî ya Rûdawê re parve kirin.
Xwendekareke Kurd a li Almanyayê bal kişand ser bandora aloziyan a li ser xwendin û jiyana rojane.
Wê da zanîn ku ji ber sedemên ewlehiyê li hinek bajaran xwendin bûye online û tirsa talankirina dikanan çêbûye.
Jineke din a şêniya Almanyayê jî got:
"Gelekî girîng e xelk ji bo mafên xwe dengê xwe bilind bike lê derketina ser kolanan û agirberdana li milk û şûnwarên dîrokî yên sed salan, nayê qebûlkirin û ne rewa ye."
Welatiyekî din ê Kurd jî diyar kir ku li pişt aloziyên li Fransayê ti armancên siyasî û rêxistinkirî nînin û ev tevger bûne sedema talankirin, dizî û têkdana aramiya giştî.
Tirsa derbasbûna aloziyan a ji bo Almanyayê
Beşek ji Kurdên li Almanyayê naxwazin rewşa li Fransayê derbasî nav bajarên Almanyayê bibe.
Welatiyekî Kurd diyar kir ku rewşa li Fransayê ne baş e û da zanîn:
"Eger heman rewş li Almanyayê rû bide, dê di nav civakê de pirsgirêkeke pir mezin derkeve holê û dê gelek kes hêrs bibin."
Her wiha jineke din jî bawer dike ku hikûmeta Almanyayê rê nade rewşeke wiha çêbibe, ji ber ku li Almanyayê kontrolkirina rewşê li gorî Fransayê gelekî bihêztir e.
Ji aliyekî din ve, hişyarî tê dayîn ku partiyên rastgir van rûdanan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.
Welatiyekî Kurd ê li Almanyayê li ser vê yekê got:
"Partiyên wekî AfDyê û rastgirên tundrew li benda derfetên wiha ne.
Eger Kurd tevlî van aloziyan bibin, dê zexta van partiyan a li ser hemû Kurdên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat ên li Almanyayê zêde bibe û dê zerereke mezin bigihîne pêgeha penaberan."
Bangî civaka Kurdî hat kirin ku beşdar nebin
Di peyameke hevpar de, Kurdên li Almanyayê bangî ciwan û penaberên Kurd dikin ku xwe ji beşdariya xwenîşandanan dûr bixin.
Welatiyekî destnîşan kir ku pêwîst e Kurdên li Ewropayê giraniyê bidin doza xwe ya neteweyî û yekrêziya navxweyî biparêzin, ne ku hêza xwe di nava tevliheviyeke ku bi temamî bi zerera wan e de xerc bikin.
Jineke din jî hişyarî da û got:
"Divê Kurdên Almanyayê hişyar bin û nav û dengê civaka Kurdan a li Ewropayê xera nekin."
Zêdetirî mehekê ye ku pêleke berfireh a xwenîşandan û nerazîbûnan bi dehan bajarên Fransayê û çend welatên din ên Ewropayê li xwe girtiye.
Ev xwenîşandan ji aliyê xwendekar, mamoste û malbatên wan ve tên lidarxistin û roj bi roj berfirehtir dibin.


