Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Fransayê ragihand ku çekdarekî li bajarokê Trappesê yê nêzîkî Parîsa paytext ji nava otomobîla xwe gule li xelkê reşandine, kesek kuştiye û 4 kes jî birîndar kirine.
Dozgeriya Giştî ya Fransayê bûyerê wekî kiryareke "terorîstî" û tawana ji ber kîn û nefretê dinirxîne û li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.
Êriş li bajarokê Trappesê yê ku nêzîkî 20 kîlometreyan li rojavayê Parîsê ye rû da.
Serokê Şaredariya Trappesê Ali Rabeh ji medyaya Fransayê re ragihand ku wî kesî gule reşandine û diyar e ku xwestiye gelek kesan bikuje.
Li sê cihan gule hatine reşandin
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, êrişkar li 3 cihan gule reşandine ku ew der qada lîstika zarokan, stasyoneke sotemeniyê û navendeke bijîşkiyê bûne.
Kesê ku hatiye kuştin ciwanekî 26 salî yê bi eslê xwe ji Afrîkayê ye.
Her wiha rewşa birîndarekî bi eslê xwe ji Afrîkayê ne baş e.
Gumanbarê êrişê yê 39 salî ku di nav otomobîleke Renault Clioyê ya gewr de gule reşandibûn, demeke kurt piştî êrişê li bajarokê Coignieresê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
Lêpirsîna terorê hat destpêkirin
Dozgeriya Giştî ya Fransayê bi tohmeta "kuştina biqestî ya girêdayî projeyeke terorîstî" li ser wî kesî dosye vekir.
Dozgerî diyar dike ku lêkolîn li ser wê yekê tê kirin ka gelo êrişkar bi zanebûn ew kes li ser bingeha "nijad, netewe, nasname an olê" kirine armanc yan na.
Ev guman ji ber wê yekê ye ku li bajarokê Trappesê beşeke zêde ya şêniyan ji penaxwaz û Misilmanan pêk tên.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser êrişê hevxemiya xwe anî zimên.
Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu jî li ser hesabê xwe yê Xê bûyer wekî "gelekî metirsîdar" bi nav kir û got:
"Ji bo rûbirûbûna vê dozê hemû çavkaniyên dezgehên ewlehiyê û dadgeriyê hatine erkdarkirin."


.jpg&w=3840&q=75)
