Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Rûsya û Ukraynayê 270 leşkerên dîl bi hev guhertine.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku 270 leşkerên Rûs ji Ukraynayê hatine wergirtin û 270 leşkerên dîl ên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê jî radestî Ukraynayê hatine kirin.
Ev gav piştî danûstandinên bi navbeynkariya Amerîkayê û Îmaratê pêk hat.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku 270 welatiyên wan vegeriyane mala xwe ku di nav wan de 261 personelên leşkerî û 9 sivîl hene.
Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî piştrast kir ku 270 leşkerên Rûs ji binçavkirina Ukraynayê hatine rizgarkirin.
Kîjan leşkerên Ukraynî vegeriyan?
Li gorî daxuyaniya fermî ya Kîevê, piraniya leşkerên ku hatine azadkirin, "ew leheng in ku li bajarê Mariupolê berxwedaneke mezin nîşan dabûn."
Di nav wan de leşkerên Garda Neteweyî, leşkerên Azov, cerdevanên sînor, hêzên deryayî û bejayî hene.
Di nav wan de 5 leşker hene ku berê dihat gotin di teqîna girtîgeha Olenivkayê ya sala 2022an de mirine. Piraniya van leşkeran ji 2022an ve hatibûn dîlgirtin.
Rewşa dîlên Rûs çawa ye?
Ajansa nûçeyan a dewleta Rûsyayê TASS, li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ragihand ku leşkerên Rûs ên azadkirî gihîştine axa Belarusê.
Hêzên Rûsyayê niha li Belarusê alîkariya bijîşkî û derûniyê werdigirin û pişt re dê ji bo dermankirin û rehabilitasyonê ber bi navendên tenduristiyê ya Rûsyayê ve bên veguhestin.
Komîsera Mafên Mirovan a Rûsyayê Yana Lantratova, çavdêriya karûbarên vegera van leşkeran dike.
Navbeynkariya navneteweyî û hevdîtinên malbatan
Ev pevguhertina leşkeran bi piştgiriya dîplomatîk a Washington û Ebû Dabî bi ser ket. Li aliyê din, di çarçoveya vê gava mirovî de, bi hevkariya Komîsera Mafên Mirovan a Rûsyayê Yana Lantratova û hevtayê wê yê Ukraynî Dmytro Lubinets, 12 malbatên ku ji ber şer ji hev qut bûbûn gihîştin hev.
Di vê hewldana ku bi piştgiriya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) pêk hat de, 7 sivîl derbasî Rûsyayê bûn û 7 sivîlên din jî vegeriyan herêmên di bin kontrola Ukraynayê de.
Tevî şerê giran ê li ser eniyan, ev pêvajoyên guhartina dîlan wekî yek ji kêm rêyên pêwendiya rasterast û serkeftî ya di navbera Moskow û Kyivê de tê pejirandin.
.jpg&w=3840&q=75)


